Pompeo: “Wê dorpêçên nû bo wezareta bergiriyê ya Îranê bên danîn”

Pompeo: “Wê dorpêçên nû bo wezareta bergiriyê ya Îranê bên danîn”

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro ragihand ku wê dorpêçên nû bo ser wezareta bergiriyê ya Îranê deynin. Her weha wê dorpêçan deynin ser yekîneyên leşkerî yên bi wezretê re pêwendîdarin. Pompeo her weha hişyariyê da welatên ku dixwazin bi Îranê re bazirganiya sîlihan bikin û weha got:

“Eger hun ambargoya ser Îranê bişkênin hun ê bikevin nav talûka dorpêçan.”

Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin jî ragihand ku wê dorpêçên nû, bandorê li ser xebatên Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Îranê bike.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes