Prof. Dr. Cenap Ekîncî got, “Dixwazin vî dengî hîn di destpêkê de bifetisînin, qedexe bikin û min bêdeng bikin lê belê ez bêdeng nabim.”
Şaredariyên DEM Partiyê demên dawiyê li ser rê û cadeyan bi Kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” dinivîsin lê dewlet van nivîsan jê dibe.
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî li ser hesabê xwe yê Xê piştgirî da van nivîsên bi Kurdî li di heqê wî de dest bi lêpirsînê hat kirin.
Prof. Dr. Cenap Ekîncî bû mêhvanê bultena Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Ekîncî diyar kir ku hinek kes partiyên nijadperset giliyê wî kiriye û wiha axivî:
“Doz li min vebûye û dibêjin ku hinek kes partiyên nijadperset giliyê te kiriye.
Li gorî Qanûna 226an û bi hinceta avakirina bêtifaqiya di nav gel de 3 sal cezayê girtîgehê ji min re tê xwestin.
Dibêjin bila gel şiyar nebe, gel doza zimanê xwe neke, gel doza mafê xwe yê mirovatiyê neke, gel doza mafên xwe yên zikmakî neke.
Ez li zanîngehê profesor im û dema ez bang dikim banga min deng vedide û milet şiyar dike. Ev şiyarbûna gel jî ji wan re astengiyê çêdike û vê şiyarbûnê wekî tadeyê dibînin.
Dixwazin vî dengî hîn di destpêkê de bifetisînin, qedexe bikin û min bêdeng bikin lê belê ez bêdeng nabim.”
“Bila gel li zimanê xwe xwedî derkeve”
Prof. Dr. Cenap Ekîncî got, “Niyeta wan heye ku qeyûman tayîn bikin” û li pey çû:
“Eger ev doza zimanê Kurdî, ev doza zimanê dayîkê doza gel be, bila gel li zimanê xwe xwedî derkeve.
Bila gel ‘Pêşî Kurdî’ li hemû saziyên xwe, malên xwe, dikanên xwe, hewş û der û dorên xwe binivîse û bi taybetî bêje ‘Pêşî Kurdî.’
Bila gel vê daxwazê bike û ev daxwaz berfireh û zêde bibe û bi milyonan îsan doza mafên xwe bikin, doza zimanê dayîka xwe bikin wê demê dê hikûmet jî neçar bimîne ku li meclisê dest biavêje vî karî.”
Em dixwazin Kurdî ji dibistana seretayî dest pê bike û heta bi zanîngehê berdewam bike û perwerdeya bi Kurdî dest pê bike, xwesteka me ev e.”
“Êdî li gundan jî kes bi Kurdî naaxive”
Prof. Ekîncî diyar kir meseleya zimên meseleya gel e û berdewam kir:
“Ev ne meseleya partiyên mixalefetê ye, ev meseleya gel e.
Heke gel li zimanê xwedî derkeve dê ev pirsgirêk çareser bibe lê ji ber ku siyaset bi rêyeke şaş de diçe refleksên gel ên ji bo mafê wî hatine hatine şikestin.
Tirsek li ser milet heye, milet ne zindî ye, milet betilî ye, milet êdî tiştekî naxwaze, milet êdî hêvî û xwestekên xwe ji siyasetê nake.
Milet êdî dibêje ‘Hema çi dibe bila bibe’ û xwe bi xwe asîmîle dike, em ji vê re dibêjin otoasîmîlasyon.
Xwe bi xwe asîmîle dikin, li malên xwe bi Kurdî naaxivin, êdî li gundan jî kes bi Kurdî naaxive.
“Ez endamê gelê xwe me”
Êdî mecbûr e ku yên wekî min derkevin û gel hişyar bikin.
Ez ne endamê ti partiyan im, ez ne endamê rêxistinan in, ez endamê gelê xwe me, ez endamê akademiyê me û ez vê bangê bi navekî akademîk dikim.”
“Bangî Başûr jî dikim”
Prof. Dr. Cenap Ekîncî diyar kir ku erkê parastina zimên erkê xelkê başûrê welêt e jî û pê de çû:
“Ez ne tenê bangî gelê Bakur dikim, bangî Başûr jî dikim.
Dema gelê Başûr bi Tirkiyeyê re pêwendiyê datîne û bazirganiyê dike bila berjewendiyên gelê Bakur jî bîne ziman û bêje, ‘Em vê bazirganiyê bi we re dikin lê divê gelê me yê Bakur bigihe mafê xwe yê zikmakî yê zimanê Kurdî.’
Divê Başûr jî vê daxwazê bike, divê Kurd li her derê li mafê xwe xwedî derkevin.
“Ez dev ji vê dozê bernadim”
Ez peywirdarekî dewletê me, ez nizanim sibe dê çi bibe lê belê heta dawiyê li her platformê, di her dozê de, li her mehkemeyê û li her derê ez dê dewa mafên Kurdan bikim, dewa zimanê dayîkan bikim.
Ev mafekî mirovahiyê ye. Hemû cîhanê ev maf qebûl kiriye, heta ku ev maf bê qebûlkirin, heta ku zarokên min li dibistana seretayî dest bi perwerdeya bi Kurdî nekin ez dev ji vê dozê bernadim.”
RUDAW