Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, îro Duşemê sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 dest pê kir. Îsal jî weke salên berê, dê zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê, ne bi zimanê Kurdî lê bi zimanê Tirkî bixwînin. Prof. Ezîz Yagan got, “Daxwaza me ew e ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”
Rêveberê Platforma Perwerdeya Amedê Prof. Ezîz Yagan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser destpêkirina sala xwendinê axivî.
Îsal li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo dersa bijardeya Kurdî tenê 3 mamoste hatine damezrandin.
Ezîz Yagan diyar kir ku ew dixwazin di warê pêşxistina Kurdî de girîngî bi mamosteyên Kurdî were dayîn lê Wezareta Perwerdehiyê heta niha ti gav neavêtine.
Ezîz Yagan li ser damezrandina 3 mamosteyên Kurdî got, “Ji bo 20 hezar xwendekarên dersa Kurdî tenê 3 mamoste ne tiştek e lewra me daxwaza 200 mamosteyên Kurdî kiriye.”
Ezîz Yagan got, “Heger mamosteyên pêwîst ji bo Kurdî werin damezrand dê pirsgirêk ji bo niha çareser bibe lê daxwaza me Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”
Ezîz Yagan destnîşan kir ku heta niha nêrînek heye ku Kurdî were paşguhkirin û anî ziman, “Lê bi rastî jî di sala 2012an Tirkiyê gavên baş avêtin, ji ber ku berê Kurdî qedexe bû, di nava cihên giştî de jî qedexe bû, paşê ji bo yasayên Ewropayê Kurdî wek dersa bijarde hate qebûlkirin lê berdewamiya vê nehat. Civaka Tirkan ne li dijî Kurdî ye, heta niha jî wek fermî Wezareta Perwerdeyê jî xebatan li ser Kurdî nake. Divê êdî ev werin derbaskirin. Kurd hene, Kurd dijîn û divê perwerdeya bi Kurdî wek mafekî rewa bê qebûlkirin û divê ev mafê were berfirehkirin.”
Ezîz Yagan destnîşan kir ku divê dayik û bavên Kurd israrê li ser dersa Kurdî bikin û got, “Divê ew li ser damezrandina mamosteyan, li ser zêdekirina demjimêrên dersa Kurdî israr bikin.”
Ezîz Yagan pêşniyar kir ku Kurdî ne wek bijarde, wek zimanê perwerdeyê were xwendin û ev dikare bibe bingeheke xurt ji bo pêşerojê.
Ezîz Yagan diyar kir heger ji ber nebûna mamosteyan dersên Kurdî werin betalkirin ew dê bişopînin.
Ezîz Yagan anî ziman, “Damezrandina 3 mamosteyan dê bandoreke neyînî li ser hilbijartina dersa Kurdî bike û dê salên pêş de kêmtir xwendevan dersa Kurdî hilbijêrin.”
Ezîz Yagan her wiha anî ziman, “Pirsa xwestina perwerdeya bi zimanê Kurdî xelet e, ji ber ku dema we Kurdî qedexe kir we ji Kurdan nepirsî, we li dibistanan û li cihên giştî qedexe kir, we ceza dan, we di destûra xwe de cih neda lewma divê nepirsin ka dixwazin yan na. Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî rewa ye, em tenê dixwazin were sererastkirin. Ji ber ku me ev xeletî nekir, ew ên ku ev zimana qedexe kirin xeletî kirin.”
Tevî 3 mamosteyên nû yên Kurdî, koma mamosteyên zimanê Kurdî bo îsal dibin 83 mamoste.
Par 20 hezar û 265 xwendekaran waneya zimanê Kurdî hilbijartibûn.
Li gor sendîkayên perwerdehiyê ji ber ku xwendevanên Kurd heta niha jî li bajarên Tirkiyê wek karkerên demsalî dixebitin rêjeya beşdariya xwendevanan li Bakurê Kurdistanê kêm e.
Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragihand, wan hemû amadekarî kirine ji bo destpêkirina xwendinê û di sala nû ya xwendinê de 1.2 milyon mamoste li tevahiya dibistanên hikûmî û taybet dê dest bi kar bikin.
Li gor Wezareta Perwerdeyê li dibistanan 60 hezar karmendên paqijiyê jî hatine erkdarkirin û di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdê ji dibistanan re 3,1 milyar lîre budçe hatiye şandin.
Her wiha îsal 1450 pêşdibistanên nû û 10 hezar û 200 polên pêşdibistanê hatine vekirin. Wezareta navborî plan dike ku heta dawiya salê zêdeyî 3 hezar pêşdibistanan veke.
(Rûdaw)