Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê projeyek ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê amade kir. Eger ev proje bê qebûlkirin, dê li Qamişlo were ragihandin.
Omer Osê di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya Al Watan a nêzîkî hikûmetê behsa naveroka wê projeyê kir.
Naveroja projeyê bi vî awayî ye:
- Pirsa Kurd pirseke Sûrî ye û li Şamê çareser dibe
- Divê di destûra nû de mafên Kurdan werin parastin
- Parastina serwerî û yekîtiya axa Sûriyê
- Destpêkirina diyaloga di navbera hikûmetê û Kurdan de
- Sîstema desthilatê li Sûriyê bibe Nenavendî
- Geşepêdana herêma rojhilatê Firatê û Cizîrê
- Vegera hemû dezgehên dewletê ji bo herêma Firat û Cizîrê û herêmên din
Li gor ku Omer Osê ragihandiye, ew proje ji bo aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyê hatiye pêşkêşkirin.
Her li gor zanyariyan, eger her du alî razî bibin û bipejirînin, proje dê bi fermî li Qamişlo were ragihandin.
Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê berî niha jî daxwaz kiribû ku odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bê avakirin ku “rûbirûyê dijminkariyên Tirkiyê” bibin û bang jî kiribû ku Kurd û hikûmeta Sûriyê demildest dest bi diyalogê bikin.
Li gor daxuyaniya Omer Osê, ev bangewazî li hember metirsiyên cidî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê tên û ji bo neçarkirina Tirkiyê ku dawiyê li dagirkeriya xwe li hemû herêmên Sûrî bîne.
Rûdaw