Projeyeke taybet bi Herêma Aram li Kongrêsa Amerîkayê ye 4 demjimêr berê

.

 Projeyasayeke taybet bi herêma aram li Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de diçe Kongrêsa Amerîkayê.

Endamê Kongrêsa Amerîkayê ji partiya Komariyan, Michael Waltz kar dike rola wan serbaz, dîplomat û kesayetiyên siyasî yên Amerîkî ku di serxistina operasyona herêma tampon a li Başûrê Kurdistanê de xwedî rol bûne, bi girîngî bihê dîtin.

Michael Waltz di projeya xwe de herwiha daxwaz dike îtiraf bi wêrekiya nêzîkî 2 milyon welatiyên Kurd bê kirin ku sala 1991ê ji aliyê Sedam Hisên ve rûbirûyê rewşeke zehmet bibûn.

Heya niha 27 endaman piştgiriya wê projeyê kirine. Dengdana li ser wê pojeyê di Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê de pêwîstî bi 25 dengdan heye û piştre divê li Encûmena Nûneran bihê pesendkirin.

Eger proje li Encûmena Nûneran bihê pesendkirin, dê piştre ji bo Encûmena Pîran anku Senatoyê bihê şandin daku deng li ser bihê dayîn.

Michael Waltz roja 30ê Nîsana 2021an ew proje radestî Komîteya Karûbarêbn Derve ya Encûmena Nûneran kiriye.

Di projeyê de hatiye, “Piştî raperîna Adara 1991 ya welatiyên Kurdistanê, Sedam Hisên tank û helêkopterên xwe li hember hemwelatiyên bêtawan ên Kurdistanê bikar anî, bi sedan hezar zilam, jin û zarokên Kurd berê xwe dan sînorên bakur û rojhilatê Iraqê, ew jî ji tirsa wêya ku rejîma Sedam gaza kîmyayî li dijî wan bi kar bihîne. Her weke ku beriya 3 salan li Helebçeyê bi kar anîbû. Di rojên destpêka wê krîzê de rojane bi giştî zêdetir ji 1000 Kurdên revyayî canê xwe ji dest didan û li hember wê qeyranê de jî  Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê serokatiya mezintirîn operasyona mirovî bi navê Herêma Aram kir û bi vê yekê jiyana hezaran Kurdan parast.”

Ji bo ku piştgiriya pêwîst ji bo projeyê bê bidestxistin, di nava hemwelatiyan de jî kampînek hatiye destpêkirin û xelk dikarin bi online piştgiriya xwe ji bo projeyê nîşan bidin.

Barzan Erdelan, Rêveberê Karûbarên Konsulxaneyî û Diyasporaya Kurd li Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, “Dema heftiyekê ye me dest bi kampînekê kiriye ji bo teşwîqkirina diyasporaya Kurdistanî ya li Wîlayetên Yekgirtî, bi armanca îmzekirina wê daxwaziyê û şandina bo endamên Kongrêsê, bo daxwaza piştgiriya wan a bo biryarê.”

Barzan Erdelan got, “Bi baweriya min îmzekirina wê daxwaziyê gelek giring e, çimku ji bilî ku qedirgirtina salvegera operasyona dabînkirina aramiyê û rêzgirtina li gel û artêşa Amerîkayê ye, herwiha tekezkirineke li ser dostaniya dêrîn û berdewam a hevpeymaniya Amerîka û Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir