Propagandaya hilbijartinên parlementoya Îranê dest pê kir

Zêdetirî heft hezar kandîd hene

Navenda Nûçeyan - Xebat û propagandayên hilbijartinên dora yazdehem ya parlementoya Îranê dest pê kirin.

Dezgeha hilbijartinan ya Îranê ragihand, propaganda û xebatên kandîdên dora yazdehem ya parlementoya Îranê bo hilbijartinên îsal dest pê kirin.

Mohleta kandîdan bo propagandakirinê hefteyek û nîvê şeva 20 vê mehê xilas dibe.

Hilbijartinên dora yazdehem ya parlementoya Îranê roja 21 vê mehê ye.

Heft hezar û 148 kes bo 290 kursîyên parlementoyê hevrikîyê dikin.

16 hezar û 145 kesan navê xwe bo kandîdatîyê tomar kiribûn lê piranîya wan hatin redkirin.

 Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e