Proseya Erebkirina Kerkûkê didome

Hate ragihandin 100 malên Ereb li gundekî Kerkûkê têne bicihkirin û herwiha rêvebirên Iraqî rê nadin pirtûkên kurdî bo dibistanên Kerkûk û Xûrmatû werin birêkirin.

Îro bi piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê 100 malbatên Ereb bo gundê Heft Texar ê Daqûqê li başûrê Kerkûkê hatin bicihkirin.

Di wê derbarê de Parlemanterê Iraqê Cemal Şukrî  ragihand, ew karê hêzên ewlehiyê li Kerkûkê tê kirin, beşek ji hewla erebkirinê ye û heman siyaseta Beisiyan e.

Da zanîn jî, pêwîst e komîteyek lêkolînan ji Bexdayê bo wê navçeyê bê şandin û pêdaçûnê di rastiyan de bike.

Li ser mijara erebkirina Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm berî duhî di hevdîtinekê  de ragihand, rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye û kes nizane kî Kerkûkê birêve dibe. Piştî 16ê Cotmehê proseya erebkirinê destpê kir û hejmareke mezin ji Ereban li Kerkûkê hat bicihkirin.

Li aliyekê din Hikûmeta Iraqê rê nade pirtûkên Kurdî bo Kerkûkê bêne veguhastin. 

Berdevkê Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî got: “Mixabin li xala gumrikê ya Kerkûkê, ne tenê nehiştine pirtûk were şandin, herwiha sivikatî jî li karmendên me kirine, piştî hewldanên Wezareta Perwerde li gel saziyên parêzgeha Kerkûkê, tenê bi wê yekê razî bûn ku baca gumrikê ji wan pirtûkan werbigrin, li ti cihekî dinyayê nehatiye dîtin ku di nav welatekî de gumrik li ser pirtûkê hebe.”

 

Hinceta xalên gumrikê ji rênedana derbasbûna pirtûkan ew e ku li ser pirtûkên perwerdeya Kurdî bihayê pirtûkê hatiye nivîsandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin