Proseya guhertina demoxrafiya Efrînê berdewam e

.

Piroseya guhertina demoxrafiya Efrînê berdewam e. Di vê çarçoveyê de, projeyeke nû ya neşticîbûnê ji bo bicihkirina koçberên Sûriyeyê li gundê Basûta yê Efrînê hat vekirin.

Rêxistina Alîkariya Pijîşkî ya Navdewletî ku piroje ji aliyê wê ve hatiye vekirin dibêje, di demên pêş de wê hejmara avahiyan bighêje 100 xanî.

Rêxistina Alîkariya Pijîşkî ya Navdewletî Ehmed Ebdullah ji K24ê re got: “Îro gundê Mêdiks yê taybet bi koçberên Sûriyeyê hat vekirin, piroje 20 avahiyan lixwe digre. Ev gava yekem a ji projeya me ye ku di demên pêş de dê hejmara avahiyan zêdetir bibin û pilan heye 100 avahî li vê komelgehê bêne avakirin.”

Li bajarê Efrînê û gundewarê, bi dehan kamp û projeyên neşticîbûnê hene ku li ser dirêjahiya çend salên dawiyê bi sedhezaran koçberên ereb ên ji navçeyên cuda yên Sûriyeyê li wan hatine bicihkirin.

Koçberek dibêje: “Spas bo Xwedê em bûn xwedî xanî, em di kampê de bûn. jiyana di kampan de zehmet e, îro kêfa me nayê şirovekirin, vê salê zarokên me dê ji serma zivistanê bêne parastin.”

Guhertina demoxrafî li Efrînê û gundewarê wê ji heyama çend salan ve berdewam e ku li gorî raporteke Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ku Wezareta Derve ya Almaniyayê piştgirya wê dike, niha li bajarê Cindirêsê yê Efrînê bi tenê 8 hezar û 883 kurd mane û li hemberî wî jî 42 hezar ereb ku piştî dagirkirina Tirkiyeyê lê hatine bicihkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir
Serok Barzanî: Divê zana û mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyanê de bibînin
Nivîskar û siyasetmedar Bîlal Hesen wefat kir
Em êrişen grubên çekdar ku ser bi Dewleta Tirk ve ne şermizar dikin