Proseya rakirina çar gorên bi kom ên gundê Herdan qediya

.

 Wekîlê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî di derbarê proseya rakirina çar gorên bi kom ên gundê Herdan de axivî û got, prose qediya û meytên wan ji bo pişkinîna tibî hatine şandin.

Li gor Berevan Hemdî da zanîn, rakirina gorên bi kom proseyek e ku li gor yasaya parastina gorên bi kom berdewam e, ev yasa ji aliyê tîma niştimaniyê bi hemahengiya UNITAD û lijneya navdewletî ya ji bo kesên wenda dest bi rakirina goran hatibû kirin.

Hemdî diyar kir, du hefte beriya niha dest bi rakirina çar gorên bi kom ên li debera Herdan kirine, prose di nava 16 rojan de temam bûye, meyt hatine rakirin û bo tiba dadî ya Bexdayê hatine veguhestin.

Wekîlê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan eşkere kir; li gor zanyariyên destpêkê, pêşbînî dikin ku ew kes xelkê sivîl ê navçeya Şingal û Herdan û derdora wê bin, çaverêya encaman dikin ku ji aliyê tiba dadî ve wê werin eşkerekirin û piştre rêkarên yasayî ji bo veşartina meytan wê were encamdan.

Derbarê dîroka gorên bi kom Berevan Hemdî destnîşan kir, meyt hemû ji serdema êrîşên terorîstên DAIŞê li ser navçeya Şingalê ya sala 2014an in, ev tawan tawana komkujiyê ye, hemû belge û dokumentên li ber dest îsbat dikin ku terorîstên DAIŞê tawanên xwe li vê deverê encam dane.

Herwiha Berevan Hemdî da zanîn, gorên bi kom ên xort û mêran e û goreke din a jinan jî tê de ye.

Hemdî herî dawî diyar kir: “Bi giştî 72 gorên bi kom hatine têlbendkirin, bi wan gorên ku hatine diyarkirin, dibe 81 gorên bi kom in, sê gorên yekem li Sinûnê, Xanesor, piştre 16 gor li gundê Koço hatine rakirin, niha jî ewa li gundê Herdan destpê kiriye ku çar gorên bi kom in, ango 72 gor di sê qonaxan de hatine rakirin û rakirina gorên bi kom berdewam e.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin