Piştî derewa 'jinan azan protesto kir' şerîatxwazên ku li Taksîmê daketin qadan û li zikaka Mîsê meşîyan berê xwe dan avahîya HDPyê. Piştî vê, HDPyîyan dest bi nobedê kir.
Weku tê zanîn, 8ê Adara îsal, polêsan êrîş bire ser jinên xwepêşander û nehişt bimeşin û li ber barîkatan jinan durişm avêtin û astengkirina polêsan bi durişm û fîkandinan şermezar kir. Hat gotin di wê kêlîyê de mele bang daye ku Erdoganî li ser vê bûyerê axivî û îdia kir ku jinan azan protesto kiriye, bi fîkandinan bêedebîyê li azanê kirine. Lê ji dîmenan dixuye ku jinan ne azan, astengkirinên polêsan protesto dikin:
Piştî gotara Erdoganî, çapemenîyên tirk dest bi belavkirina nûçeyên provakatîf kir.
Hat ragihandin doh komeke şerîatxwaz a bi dora sed kesî li Taksîmê daketin qadan û bi durişman ber bi zikaka baran ve meşîyan. Polêsan ti mudaxaleyî li komê nekir.
Hat gotin piştî vê şerîatxwazan berê xwe daye avahîya HDPyê jî û li ber derîyê avahîyê polêsan nobedê girtiye.