Navenda Nûçeyan- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li ser girtina damezranerê PSKê û rêvebirê Yekitîya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKARê Bekîr Topgîder daxuyanîyek ji raya giştî re parve kir.
Di daxuyanîya xwe de PSK wiha got:
“Yek ji damezranerê Partîya me û rêvebirê Yekitîya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKAR Bekîr Topgîder hat girtin.
Bekîr Topgîder roja seşemeyê hefteyê çûyî, gava ji serdana malbata xwe vedigerîya, li Kovancilarê hate girtin. Paş hefteyek pirs û lêgerîn, duhî, (roja sêşeme) bi tohmeta endam bûn û propagandaya PKK/KCK biryara girtinê jêra hat dayin. Hevalê me niha li zindana Ankara ye.
Bekîr Topgîder damezranerê partîye din e, yek ji rêvabirê KOMKAR e, rêxistineka sîvîl û demokratîk e bi gor zagonen Elmanya hatîye damezrandinê. Bekîr Topgîder li Elmanya heyamek di lîsteya PPK yên mirînê da bû. Girtin û zindanê kirina Bekîr Topgîderê hanê ne tenê sosretekê huquqî ye, her usa sîyaseta dewleta Tirk destnişan dike.
Dewleta Tirk her kesek, ku behsa Kurd û mafê Kurdan bike, wekî endam bûn û propagandaya rêxistina “terorîst”a PKK/KCK qelem dide, ku ev yêka hanê bûye sîyaseta fermî a dewletê ye. Sazîyên dadigehê jî bi gor vê sîyasetê biryara girtina gelek Kurd dide û bi awayî rê li ber tundûtijîyê xweştir dike.
Em bi tundî girtina hevalê xwe Bekîr Topgîder mehkum dikin û banga hemu kes û sazîyên, ku aligîrên heq û adalet in dikin, ku dengê xwe dijî girtina Bekîr Topgîder bilind bikin.
Em banga hikumeta Elmanya û sazîyên din yên fermî dikin, ku bona azad kirina Bekîr Topgîder kar û xebatê bikin.
Bekîr Topgîder Tenê Nîne!”
20 Mijdar 2019
Partîya Sosyalîst a Kurdistan