PSK: Êş û elemê me gelek giran e

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.

“Îro berê êvarê hevrêyê me  Behçet Epozdemîr çû ser dilovanîya xwe.
Heval Behcet, di seretayî  xortanîya xwe wekî xebatgerek di nava rêfên Rîya Azadîyê da ci girt û heya mirinê jî di refên partîya meda  bi cangorîyê  kar û xebat kir.
Hevrê Behçet, di sala 2016an da di nava damezranerê partîyê da ci girt û heya mirînê endamê Meclîsa Partîyê bû.
Heval Behçet her usa endame KURD-KAV bû û bi salan di Komîteya Bi Rêva Birinê KURD KAVê da ci girt.
Hevrê Behçet gelek zû ji ber nexweşîya xedar xatir ji me xwast, ku hêşta dikari bû gelek kar bike.
Êş û eleme me gelek giran e.
Serê partîya me, sere dê û bav û xwîşk û bira û hemu malbata Epozdemîr û hezkirîyên we sax bin.
Em hevrê Behçet jî bir nakin!
Ew di xebata me da bijî û emê nehêlin alayê wî bikeve erde!
Ruhê wî şad be!”
23 Adar 2020
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!