Putîn li Enqerê ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gihîşt Enqerê. Putîn, Erdogan û Rûhanî sibê li ser mijara Sûriyê dicivin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro hate Enqeraya paytaxta Tirkiyeyê.

Putîn û Erdoğan vê êvarê dê bi rêya vîdeokonferansê, beşdarî merasîma destpêkirina avakirina Navenda Atomî ya Mêrsînê bibin.

Her weha îro bi serpereştiya Putîn û Erdogan, Konseya Hevkarî ya Tirkiye-Rûsyayê dê heftemîn car di Koşka Serokomariyê de bicive. Çavlirê ye ku, her du serok civîneke rojnamevanî li dar bixin.

Sibê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî dê serdana Tirkiyê bike û her sê serok ên garantorên Astanayê, derbarê krîza Sûriyê de danûstandinan bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin