Navenda Nûçeyan- Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitrîy Peskov ragihand Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Sûrîyê ye û li kolanên Şamê gerîya ye û ew dê serdana çend bajarên din ên wî welatî jî bike.
Dmitrîy Peskov da zanîn ku Putîn û Esed civîyane û Putin ji Esed re gotîye ku wan gelek gavên baş ji bo avakirina û parastina yekîtîya axa Sûrîyê avêtine û Esed jî spasîya xwe ji Putin re pêşkêş kirîye ji bo alîkarîyên ku Rûsya pêşkêş kirine.
Herwiha Peskov ragihand ku dê Pûtîn sibe jî derbasî Tirkîyê bibe û beşdarî vekirina gaza siruştî ya Herka Tirk bibe.
Hevdîtina her u serokan li baregeha serbazî ya Rûsî pêk hate û herdu serokan guhdarîya raportên rayedarên leşkerî yên derbarê rewşa herêmê kirine.