Putîn û Erdogan dê îro li ser rewşa Idlibê hevdîtin bikin

Serokê Rûsya Vlademîr Putîn û serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Mosko li ser rewşa Idlibê hevdîtin bikin.

Li herêma Idlibê ya Sûrîyê, şer û alozî di navbera hêzên Tirkîyê û rêjîma Sûrîyê bi piştevanîya Rûsyayê didome.

Heta niha bi dehan çekdar û serbaz ji her du alîyan hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ya Tirkîyê ragihandîye, serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro li paytexta Rûsya-Mosko bi serokê Rûsya Vlademîr Putîn re hevdîtin bike.

Li gorî agahîyan, Erdogan û Putîn dê li ser rewşa Idlibê gotûbêj bikin.

 

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt