PWK: Biryara Teslîm Kirina Endamê HDK-Îranê Behzad Hosrewî Nayê Qebûl Kirin

.

Hatîye ragehandin ku, Asayişa Silêmanîyê ya Herêma Kurdistanê, kurdê Rojhilatê Kurdistanê, endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Behzad Hosrewî teslîmî Dewleta Îranê kirîye.

Behzad Xosrewî weke kesayet, bi awayê fermî, li Herêma Kurdistanê hem xwedîyê mafê rûniştinê ye; hem jî wek penaberekî di bin parastin û çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.

Li gel vê rastîyê jî mixabin, Asayişa Silêmanîyê ev rastîyana tune hesibandîye û Behzad Hosrewî reslîmî Dewleta Îranê kirîye.

Ev helwesta Asayişa Silêmanîyê binpê kirina qanûn û desthilatdarîya Herêma Kurdistanê ye, binpê kirina prensîbên NYyê ye, binpê kirina nirxên neteweyî yên miletê Kurd û Kurdistanê ye, binpê kirina mafê mirovan û mafê penaberîyê ye.

Ev  biryar û helwesta Asayişa Silêmanîyê nayê eqebûl kirin.

Em bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bangî NY,dikin ku  rê li ber helwest û biryarên weha bigrin.

Em bangî hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku li himberî vê helwesta xelet helwestê bigrin; ji bo rê li ber xeterî û xeletîyên weha bê girtin, dest bidin hev.

08.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye