PWK: Destpêka Bersîva Enfala Barzanîyan, tifaqa neteweyî û parastina destkeftinan e

.

 Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 41emîn a komkujiya Enfalê de di daxuyaniyekê de ragihand, “Em dibêjin, bersîva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzanîyan ewe ku, hemû alîyên Başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya neteweyî, niştimanî pêk bînin.”

Daxuyaniya PWKê wiha ye;

Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi rêzdarî bibîr tînin

Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin.

8 Hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji alîyê rejîma Seddam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 41 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 41emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.

Em dibêjin, bersîva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzanîyan ewe ku, hemû alîyên Başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya neteweyî, niştimanî pêk bînin û hemû kurdên cîhanê li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin, pêşde bivin.

31.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


 

Kurdistan Haberleri

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir
Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge
YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Îlhan Samî Çomak hat berdan
Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e