PWK: Dewleta Tirkîyeyê di bêtehamulîya xwe ya  li dijî zimanê kurdî de berdewam e

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di der barê mufetîşên ku jibo kreşên kurdî yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine wezîfedarkirin de daxuyanî da.

Daxuyaniya PWKê li jêr e

Dewleta Tirkîyeyê di bêtehamulîya xwe ya  li dijî zimanê kurdî de berdewam e

Li gorî agahdarîyên ku li raya giştî belav bûne, dîyar dibe ku Dewleta Tirkîyeyê di bêtehamûlî xwe ya li dijî zimanê kurdî de berdewam e.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya zarokan kreşa bi kurdî ya bi navê “Zarokistan”ê vekiribû.

Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê di derbarê  Zarokistanê de  lêpirsîn daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 mifetişên milkiyeyê hatin wazîfedarkirin.

Herweha  Meclîsa Şaredariya Farqînê biryar daye ku navê Qada Bajêr a ‘’Kiliçaslanê Yekemîn’’, biguherîne û  bike ‘’Rindêxan’’. Lê belê, Qaymeqamîya Farqînê gotîye nave “Rindêxan” ne bi Tirkî ye û ev nav red kiriye.

Piştî ku Walîtîya Dîyarbekirê û gelek qeymeqamtîyan qaîdeyên trafîkê yên bi kurdî yên wek ‘’Pêşî Peya’’, ‘’Hêdî Hêdî’’ reş kirin; nuha jî Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê  û Qeymeqamtîya Navçeya Farqînê ya Amedê, bi helwesteke nû,  dijayetîya xwe ya li dijî zimanê kurdî nîşan didin.

Em ji ber biryarên wan ên ji bo zimanê kurdî, ji bo dibistana zarokan ya bi kurdî, piştgirîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclîsa Şaredariya Farqînê dikin.

Divê hemû xebat û prosedurên şaredarîyan, li gorî pêkhateyên wî bajarî û wê navçeyê,  bi pirzimanî bêne meşandin.

Bele, ji alîyekî ve kesên ku di dawetan de bi kurdî stranan dibejin têne desteser kirin, hinek kes ji ber ku bi kurdî axaftine tûşî êrîşan dibin, tên kuştin; ji alîyekî ve jî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê bêtehamûlîyên  xwe yên li dijî zimanê kurdî berdewam dikin.

Embangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin, di demeke ku TRT-KURDİ, beşên Ziman û Edebîyata Kurdî, dersa bijarte ya kurdî heye, dev ji vê sîyaset û helwestên xwe yên  li dijî zimanê kurdî berdin, rê li ber êrîşên li ser kesên ku bi kurdî diaxivin bigrin û êrîşkaran ceza bikin.

Em bangî hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê dikin ku, li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) wek zimanê şaredarîyê bikar bînin û nave kurdî yên bajar, navçe û herêman li gel zimanê tirkî bikar bînin, dibistan û kreşên bi zimanê kurdî li her şaredarîyê  vekin.

Em bangî hemû kurdan jî dikin, di demeke ku êrîşên pir alî li ser zimanê kurdî tê meşandin, dive di her beşên jîyanê de, em zêdetir li kurdî xwedî derkevin, kurdî biaxivin, kurdî fêr bibin.

Zimanê me hebûna me ye.

Zimanê me rûmeta me ye.

23.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Hevserokên nû yên PYDyê hatin hilbijartin
Ofîsa Barzanî bersiv da Xezelî: ‘Pêşmerge qebûl nake’
Li Amedê destûrê nadin navên bi Kurdî
Li ser Zarokistanê lêpirsînê dest pê kir!
Pîrozkirina Yeksaliya PWKê ya li Stockholmê