PWK: Divê Aktivîsta Kurd Pexşan Ezîzî bê berdan

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyekê de biryara darvekirina aktivîsta Kurd Pexşan Ezîzî ya ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve şermezar kir û xwest ku biryar bê ragirtin.

Daxuyanîya PWKê wiha ye:

Divê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan

Dadgeha Bilind a Dewleta Îranê cezaya darvekirinê yê ku li aktivîsta kurd Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. Herweha wan belgeyên ku ji bo parastina Pexşan Ezîzî hatibûn pêşkêş kirin, ji aliyê dadgehê ve hatîye redkirin.

Pexşan Ezîzî ji bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Parêzvana mafê jinan, parêzvana mafê mirovan, aktîvîsta civakî û rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî, gelek caran ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Îranê ve hatîye girtin. Herî dawî jî di sala 2023yê de, bi tometbar kirina ku ‘’li dijî dewletê şer dike’’hatîye girtin û di derbarê wê de, ji alîyê şaxa 26emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ve cezaya darvekirinê hate dayîn. Nuha jî ev biryara darvekirinê hatîyê erê kirin.

Em biryara Dadgeha Bilind a Dewleta Îranê ya ku hemû pîvanên hiqûqî, pîvanên mafê mirovan binpê dike, şermezar dikin.

Em bangî hemû alî û kesayetên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û cîhanê, aştîyê, mafê mirovan, hiqûqa gerdûnî diparêzin dikin da ku li himberî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî dengê xwe bilind bikin û zextê li Dewleta Îranê bikin.

Em banga Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê û dezgehên mafê mîrovan yên navneteweyî dikin da ku ji bo biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan  li ser Dewleta Îranê zextên xurt û encamgir deynin.

Divê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan.

16.01.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e
Konferansa li ser Sûriyeya Piştî Esad û Rola Kurdan dê pêk were
Iraq: Me bi BPê re li ser petrola Kerkûkê peymanekî mezin çêkir
Sersala Kurdî bi bernameyên cûr bi cûr hat pîrozkirin
Jan Dost diçe Amedê: ‘Tozistan, Romana Xendekan’ derket