PWK: Em biryara danîna qeyûmî ya li ser Şaredarîya Colemêrgê şermezar dikin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê (Hekarî). Serokê Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Sidîq Akiş jî ji alîyê polîsan ve hatîye desteser kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, Parêzgerê (Walî) Colemêrgê wek qeyûm danîye ser Şaredarîya Colemêrgê.

Ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, tune hesibandina îradeya dengderên Colemêrgê ye. Em vê biryarê şermezar dikin.

Divê rêz li îradeya dengderên Colemêrgê û li mafê hilbijartinê bê girtin û di demildest de, Serokê  Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Sidîq Akiş careke din wek serokê şaredarîyê vegere ser wazîfeya xwe.

03.06.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Devedevê salvegera şorişa Jîna yê de, rêjîmê dehan kes li Kurdistanê binçav kirin
Pitir ji 20 saziyên jinên Îranê, li derheq salvegera şorişa Jîna yê de daxuyaniyek belav kirin
Elîzade: Em ji ber zextên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Zirgiwêzê tên derxistin
HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir
Şerefxan Cizîrî: Divê parlamenter li Kurdistanê bi Kurdî biaxivin