PWK: Em biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û Behçet Çîftçî şermezar dikin

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 9ê vê mehê, polîsê Emnîyeta Dîyarbekirê bi ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê hatibûn desteserkirin.

Li gorî agahdarîyên heyî, polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi  ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê biribûn Mêrsînê. 

Rêvebirên PCSyê îro(11.07.2024) derketin dadgehê. Dadgeha Mêrsînê bi hinceta “endamtîya PKK û KCKyê” biryara girtina Ferîd Azad û hevalê wî Behçet Çîftçî da. 2 endamên din ê PCSyê jî bi şerdê kontrola edlî hatin berdan. 

Em vê biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û Behçet Çîftçî şermezar dikin. 

Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo zimanê kurdî xebatê dimeşîne.

Girtina rêvebirên PCSyê, binpê kirina azadîya ramanî û xebata rêxistinî ye; nîşana dijayetîya zimanê kurdî ye.

11.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê( PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye
Tirkiye, Bulgaristan û Romanya belgeya hevkariya leşkerî îmze kir