Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê’ pîroz dikin!
Bi beşdarîya partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, rêxistinên ciwan û jinan û kesayetên civakî ên Rojavayê Kurdistanê, roja 26.04.2025ê li bajarê Qamişloyê, ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê’ hate li dar xistin.
Konferansê di encamnameya xwe de, daxwaza mafên neteweyî, demokratîk yên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û sîstemeke nenavendî anî zimên û ji bo bi Rêvebirîya Şamê re bibe mixetab, biryara dîyarkirina heyeteke hevbeş hate girtin.
Em hêvîdar in ku encamên konferansê li Rojavayê Kurdistanê ji bo yekrêzî û tifaqeke mayînde ya neteweyî, niştimanî û ji bo pêkanîna daxwaz û hêvîya gelê me ya di derbarê yekrêzîyê de bibe destpêkek.
Em hêvîdar in ku encamên konferansê, ji bo hevdu qebûl kirin û rêzlihevgirtina hemû partîyan kurdan ên Rojavayê Kurdistanê bibe destpêkekê û ji pêvajoyeke nû ya ku azadî, demokrasî û kultura pirrengîyê lê desthilatdar be, bibe destpêkeke nû.
Em hêvîdar in ku encamên konferansê ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke milî, cografî, sîyasî bibe destpêkek.
Em hêvîdar in ku encamên konferansê, rê ji wê yekê re veke ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, li ser esasê wekhevîyê, bi statuyeke federalî, li gel hemû gelên li Sûrîyeyê dijîn, bibin şirîkê Dewleta Sûrîyeyê.
Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), hemû pêkhateyên vê konferansê, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Rêzdar Mazlûm Ebdî û hemû kesayet û alîyên ku di lidarxistina konferansê de rol û keda wan heye, bi hestên xwe yên neteweyî û niştimanî pîroz dikin.
Em piştgir û alîgirên doza neteweyî û azadîyê ya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.
26.04.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)