"Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên qezaya li Polatliyê rûdaye re dixwazin
Roja 9ê tebaxa 2024ê, otobuseke ku ji Îzmîrê ber bi Bazid a Agirîyê ve diçû, li Navçeya Polatli ya Enqereyê qezayeke trafîkê derbas kirîye.
Di encama vê qezayê de 9 kesan canê xwe ji dest dane, 26 kes jî birîndar bûne.
Ruhê wan şad, cîhê wan biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê qezayê re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
09.08.2024
Buroya Regehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)"