PWK: Hişmendîya darbecîyên12ê îlona 1980yî îro jî berdewam e

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK, di salvegera 44emîn a derbeya 12ê Îlonê de daxuyaniyek belav kir..

Daxuyanî PWKê waha ye:

Hişmendîya darbecîyên12ê îlona 1980yî îro jî berdewam e

Di 12ê Îlona 1980yî de Artêşa Dewleta Tirkîyeyê bi Serokatîya Kenan Evren ê Serok Erkanê Giştî yê Artêşa Tirkîyeyê darbeyeke leşkerî(Kodeta)ya faşîst li dar xist.


Darbecîyên  12ê îlona 1980yî,  li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi sedhezaran kes  desteser kirin,girtin, îşkence kirin. Bi deh hezaran kes neçar man welatê xwe terk kirin. Bi sedan kes hatin kuştin, hatin îdam kirin.Bi deh hezaran kes hatin hefs kirin.

Hemû partîyên sîyasî, sendîka, dezgehên sivîl , hemû dezgehên mixalîf yên çapemenîyêbi destê darbecîyan  hatin qedexe kirin,hatin girtin.

Armanca esasî ya darbeya eskerî ya faşîst a 12ê îlona 1980yî, rê li ber girtina pêla xurt ya doza azadîya Kurdistanê û şikandina têkoşîna azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê bû.

Darbeya 12ê îlona 1980yî zerareke  mezin gîhand  tevgera netewî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê û tevgera demokrat, azadîxwaz, çep ya li Tirkîyeyê.

Piştî darbeya 12ê Îlona 1980yî, zilm û îşkence û hovîtî û qetlîamên ku li Zîndana 5 Nolû ya Diyarbekirê li girtî û hefsîyan hate kirin , ji kiryarên Faşîzma Hîtlerî ne kêmtir bûn.

Lê weke hemû hewlên berê yên Dewletên Tirkîyeyê, darbeya 12ê îlona 1980yî jî nikarîbû têkoşîna doza azadîya Kurdistanê rawestîne.

Dewleta Tirkîyeyê di salên 1990î de jî, gava doza azadîya Kurdistanê pêşve çû, bi wê hişmendîya darbeya 12ê îlona 1980yî, li himberî gelê Bakurê Kurdistanê û demokrat û azadîxwazên li Tirkîyeyê şerekî qirêj meşand. 17.000 hezar kes bi destê Dewleta Tirkîyeyê, bi navê ‘faîlî meçhûl’ hatin qetil kirin. Neheqî, îşkence, zilm û bêbextî û qetlîamên di dema ‘faîlî meçhûl’an de hatin kirin , ji yên dema darbeya 12yê îlona 1980yî jî bihurîn.

Dewlet Tirkîyeyê, îro jî êdî ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li himberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, her bi wê hişmendîya darbeya 12ê îlona 1980yî tevdigere. Dewlet Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya dijayetîya miletê Kurd, ji bo ku Kurd li tu derê cîhanê tu statuyeke sîyasî, tu mafên netewî bidest nexin, êrîş û neheqî û kuştin û dagirkirin û karên wêrankarîyê didomîne.

Belê, hişmendîya darbeya 12ê îlon a 1980yî îro jî berdewam e. Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya darbeya 12ê îlon a 1980yî û bi Qanûna Bingehîn a darbecîyan tê îdare kirin

Dewleta Tirkîyeyê 44 sal berê, bi darbeya 12ê îlona 1980yî xwest doza gelê me ya azadî û rizgarîyê ji holê rake; lê îro doza azadîya Kurdistanê her berdewam e.

Dewleta Tirkîyeyê, ev e 101 sal e ji wê sîyaseta xwe ya şer û qetlîam û neheqî û bi dijayetîya Kurdan ve hûnandîye têr nebûye û tu ders jî ji şikestxwarinên xwe dernexistîye.

Mixabin berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema darbeya12ê îlona 1980yî nehatin darizandin. Piştî ku ew nehatin darizandin; berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema ‘faîlî meçhûlan jî nehatin darizandin. Ji ber ku duhî hesab ji kesî nehatîye pirsîn, îro jî berpirsên Dewleta Tirkîyeyê bi hevalbendî û alîkarîya rêvebirên dema‘faîlî meçhûl’an her êrîş û kuştin û neheqîyên xwe didomînin.

Lê ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê dê negihêje tu encameke ku ew xeyal dikin.Doza azadîya Kurdistanê bi rê û rêbazên meşrû, sivîl, sîyasî dê bigihêje armanca xwe ya meşrû.

Ji ber vê rastîyê jî, em bi minasebeta 44emîn salvegera darbeya12ê îlona 1980yî careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji vê sîyaset û hişmendîya pûç berdin. Dest ji şerî, ji binpêkirina azadîya ramanî û rêxistinî berdin. Pirsa Kurd û Kurdistanêne pirseke terorî ye; pirsa azadîya miletê Kurd e, herweha pirsa demokrasî û edaletê ye jî, pirseke sîyasî ye û çareserî jî her bi rêyên guftûgoyan , bi rêyên sîyasî divê bêne peyda kirin.

Di 44emîn salvegera wê de, em bi hemû kiryar û hovîtî û encamên wê ve, darbeya12ê Îlona 1980yî careke din rûreş dikin.
12.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin