PWK li Hollandayê beşdarî ahenga pîrozbahîyê ya PDK-Syê bû

.

Îro(15.06.2024), li Hollanda, li bajarê Eindhovenê, bi egera pîroz kirina 67 salîya damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistan–Sûrîye(PDK-S) Rêxistina Hollanda ahengek li darxist.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Rêxistina Hollanda (PWK-RH) jî, beşdarî vê aheng û pîrozbahîyê bû.

Li ser navê PWK-RH, nûnerên PWK-RH birêz Ferhat Boskan û birêz Xidir Ûso beşdarî vê ahengê bûn.

Ferhat Boskan li ser navê PWK-RH, bi axaftinekê, damezrandina 67 salîya PDK-S pîroz kir.

Ev jî axaftina Ferhat Boskan e:

''Ji Partîya Demokrat a Kurdistan - Sûrîye Rêxistina Hollanda yê re!

Me bi kêfxweşî vexwendina we ya ji bona pîrozbahiya 67 salîya damezirandina PDK-S wergirt. Em bi kêfxweşî beşdarîya pîrozbahiyê we dibin.

Em bi hestek biratî û dostanî 67 salîya Partîya Demokrat a Kurdistan - Sûrî pîroz dikin, di têkoşîna wê de serketin dixwazin.

Em ji nêz ve dizanin û girîngîyê didin bandora avabûnîya PDK-S li ser têkoşîna neteweyî ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê û seranserê Kurdistanê! Her weha di demajoya îroyînde jî Ew sengereke girîngê vê têkoşînê ye.

Ferhat Boskan

Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Rêxistina Hollandayê''n E-Mail: pwkewropa@gmail.com

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn