PWK li Parîsê beşdarî bibîranîna rêberê Kurd şehîd Dr. Abdurahman Qasimlo bû

.

Bi minasebeta 35emin salvegera şehîdkirina Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl, di 13ê tîrmeha 2024ê de, li Goristana Père Lachaise a Parîsê, xwepêşandaneke protestoyê û bibîranînek hate li dar xistin. Di meşa û merasîma bibîranî ya li ser mezelî de, ku ji aliyê PDKÎ ve hatibû organîzekirin, bi bisedan Kurd, partîyên kurdan û dostên wan ên Fransiz beşdar bûn.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên li Parîsê jî beşdarî meşê û bibîranîna li ser mezelî bûn.

PWKyîyan, li ser navê PWKyê deste gulek danîn ser mezelê şehîdê Kurdistanê Dr. Abdûrahman Qasimlo.

13.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye