PWK serdana Baroya Batmanê kir

.

Şanda PWKê ya ku ji Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir û rêveberên partiyê Hamdusena Demirel, Zeynel Abidîn Turan, Kazım Demir û M.Emin Diclê pêkhatî, îro (31.12.2024) serdana Baroya Batmanê kir.

Serokê Baroyê Av. Abdulhamît Çakan û endamê rêveber Av. Minnan Öncü pêşwaziya şandê kirin. Di hevdîtinê de PWKê, hilbijartina Çakan a wek Serokê Baroyê di Kongreya 18emîn de pîroz kir.

Her du aliyan di hevdîtinê de li ser mijarên rojevê û bûyerên dawî nêrînên xwe parve kirin. Serokê Baroyê Av. Çakan spasiya xwe ji bo serdanê anî ziman.

Hevdîtin bi hêviya berdewamiya têkiliyan bi dawî bû.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'