PWK serdana gora Dr. Abdurahman Qasimlo kir

.

Endam û rêvebirên PWK li Parîsê, tevlî Partîya Demokrata Kurdistan Îran, Enternasyonal Sosyalîst,  Enstituya Kurd, HAK-PAR, Navenda Netewî ya Rojhilata Kurdistan, DIAKURD, PSK,  Koordînasyona Encumena Hemahengî serdana gora Dr. Abdurahman Qasimlo kir û 35 salîya salvegera şehadeta wî yad kirin!

Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê hildabû, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di destên pêşmerge û têkoşer û kedkarên qehreman de, ji bo azadîya Kurdistanê li ba dibe.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 35emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.

13.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

    

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye