PWK û helwesta rewşenbîrên kurd!!!

.

Niviskarê Mêvan: Bûbê Eser

Ji bona miletê dagirkirî, bindest jar û perîşan çirûskek agir ji bona azadî û serbestiya wî û wan li ku pêkeve divê bê qeyd û şert mirov û mirovatî piştgiriya wê çirûskê bike, heye. Di be ku ne li gor mirov be dibe ku mirov ji hinan aciz be. Lê tiştên gelemperî û di berjewendiya miletê me de be, divê xwedî lê bê derketandin.

Lê weke gelek mijaran ev mijar jî hê weke tê xwestin li bakurê Kurdistanê rûneniştiye. Herkes çirûska agirê pê ketiye li gor xwe şirove dike. Dema ku mirov şexsî fikirî helbet pêketina wê çirûskê jî mirov dikare şaş an bê mane bide şirovekirin an dîtin.

Niha ji sala 1980 û heta çend roj berê ku Platforma Ciwanên Serbixwe çalakiyeke dîrokî û watedar li Amedê li darxistin, Ew çalakî li gor min serîhildanek bû, piştî 40 salan. Ji nû de xwedî li xwe û hêjayiyên xwe derketin û helwestgirtineke neteweyî bû.

Dema bi erênî piştgiriya vê bê kirin û xwedî li vê çalakiyê bê derketandin ev dibe piştgirî û cesaretek him ji bo wan û him jî bona hin kesên ku ji qudûm ketine. Parastin û xwedî lêderketandina vê çalakiyê dibe erkekî neteweyî ku divê kurd û bi taybetî ciwan xwedî lê derkevin.

Piştî demekê dûr û dirêj PAK û TEVGER yekîtiyeke bi navê PARTIYA WELATPARÊZÊN KURDISTANê  avakirin, karekî baş kirine, divê bê parastin û xwedî li vê helwesta wan bê derketandin. Gelo parastina ciwanan û xwedî li avakirina PWK derketandin wê çi fêde xwe ji bona gelê me hebe? Helbet dikare gelek fêdên wê hebin heger em sexsî nefikirin.

Ji ber ku carna şoreşek bi dengê dayikekê, bi wêrankirina gundekî, bi kuştina çend qehremanên wî welatê destpê dibe. Lewra helwesta xelk, kes û kesayetên welatê dagirkerî ew e ku divê xwedî li bûyer, kiryar û çalakiyên weha derkevin. Xwedî li wan derketandin erkekî neteweyî ye. Heger mirov çiqasî sexsî jî ji hev aciz be. Dibê mirov tiştên sexsî û neteweyî tevlî hev neke..

Her weha mirov dizana ku welatekî dagirkirî weke Kurdistanê ji bona bê azadkirin û xelkê wî di welatê xwe de bi azadî bijîn, bi pêşkêşiya hin zana, bîrewir û kesên têgihiştî hin partî têne damezrandin da ku biserpereştiya wan û partiya wan welatê dagirkirî ji bin nîrê dagirkeran tê azadkirin.

Di tekoşîneke dûr û dirêj de ne mumkun e ku kêmanî û şaşî nebin. Helbet divê ew kêmanî û şaşiyên têne kirin jî bêne rexne kirin da ku rastî serê xwe hilde. Lê şaşiya ku ji teref xêrnexwazan an dagirkrên me têne kirin, ferq e. Ji ber vê divê rewşenbîr û welatparêzin welatê bindest û partiyên wî welatî hay ji vê meselê hebin.

Li kîjan perçê kurdistanê serîhildaneke çê bû be dagirkerên me heta ji wan hatine bi derew û boxtanan xwestine wê serîhildanê xerab û ne li gor berjewendiya kurdan rê bidin, çi ji wan hatiye kirine û dikin. Li hember helwesteke weha ya dagirkeran û pêgirtin wan, xwedî li serîhildan, bûyer an kiryarên bi serpereştiya partî û welatparêzan têne kirin xwedî li wan derketandin dibe erkekî neteweyî.

Li bakurê Kurdistanê piştî hukmê leşkerî û ji hevbelavbûn û têkçûna gelek partî û rêxistinên Kurdan û berê xwe berbi welatên Ewropa vekirinê de, me weke nifşê sala 1965 heta 1980 ji ber hin sedemên ku ne sedem bûn, dilê hevdu hiştin, tiştên xerab û nebaş li dû hev rêzkirine. Me gelek caran hevdu bi kuştinê jî tehdît kirine. Ji ber vê ye di nava wî nifşê fedekar û xebatkar de sarbûneke bê mane peyde bûye û her ew berdewam e.

Ez dibêjim ku ji bona em bi rûhiyeta salên 1970ê bi aqil û bîreweriya li gor demê, bi hevre kar bikin ku divê êm bikin jî. Lazim e em hemî bê ku li ser neheqiya kê çiqasî li hevkirine, bi dilekî pak û bi ruhiyeteke neteweî lêborîna xwe ji hev bixwazin, bi salên xwe yên mezin bi hevre weke berê çi ji me kê hat bi hevre ji bona berjewendiya gelê xwe bikin.

Ez baş dizanim ku dilê me gelekan ji hev mane. Ji bona ev dilmayîn rabe, pêwîste em herkes bi dilsozê kêmaniya xwe bêjin û doza lêborînê li hev bikin. Bi kîn û înadê em ne  pêşve dikevin û ne jî em ê pirêzak baş ji nebiyên xwe re bihêlin.

Li cîhanî binerin bi sedan heta bi hezaran nivîskar û rewşenbîrên welatan li ser şoreşên xwe û qehremanên xwe pirtûk û maqale nivîsîne. Lê hezar mixabin ku îro piraniya kesên me li ser navê rewşenbîriyê bi hev ketine. Yek dixwaze yên li hember xwe kêm bikin û nafikirin ku bi kêmbûna hevalên xwe, tu bi xwe jî kêm dibe…

Sedama vana hemî ew e ku kurdên bakurê Kurdistanê bi îdeolojiyan dest bi tekoşîna gel kirin ku ew îdeolojiyan jî li bejna kurdistanê ne dihatin. Şaşiyê ji wir destpê kir, hê jî berdewam e. Ji ber wê ye ku em bi hev dikevin.

Li şerê Îsraîl û Hamasê binerin bi hezaran heta bi milyonan kurdên bê dewlet li dij Îsraîl dimeşîn û xwedî li Hamasa dijminê mirovatiy derdikevin. Mejiyê bindestiyê ev e. Loma  gelek rewşenbîrên bakurê kurdistanê jî bê ku bifikirin bi hev dikevin.

Di vê serdema nû de, xwedî li platforma Ciwanên Serbixwe derketandin û piştgiriya çalakiyên wan kirin, erkekî neteweyî ye.

Her weha xwedî li yekîtiya PAK û TEVGERê bi navê PARTIYA WELATPARÊZÊN KURDISTANê derketandin, him erkekî neteweyî û him jî li ser her Kurdekî ku ji welatê xwe hez dike ferze ku piştgiriya wan bike. Li vê cîhanê tu partî sedî sed ne bi dilê hemî endaman in. Lê gor destûr û bernameyekê mirov bi hevre kar dike. Di nava karde mirov hevdu baştir nas dike û bêtir ji hev bawer dibe ku ji bona gelê xwe karekî bike. Ji ber vê ez weke rewşenbîrekî gelê xwe. Tekoşîn û berxwedana Platforma Ciwanên Serbixwe û Yetiya Pak û tevgerê li gelê xwe pîroz dikim. Dîsa weke reşenbîrekî ji bona alîkarî û piştgiriya wan çi ji min bê soz ez ê bikim bê ku berjewendiyên xwe yên sexsî bifikirim.

Her kesên ku kevirekî ji bona azadiya gelê xwe dînin ser wî asasê neteweyî divê bê qeyd û şert piştgiriya wan bê kirin. Ez ê jî vê bikim.

Hêvî û rica min ji rêvebirên PWK ew e ku di vê aloziya ku niha gelê me di navde dike bifetise, divê hay ji axaftin û nivîsên xwe hebin ku bêtir kes, kesayetî, rewşenbîr û hunermendin kurd di bin sîwaneke neteweyî ya bi serpereştiya PWK bikin yek…

Têbinî: Ji ber ez li ser romana xwe ya dudan ku li ser zîndana Diyarbekirê ye kar dikim ku wê bighêjînim Newroza 2024an ez ê pir kêm binivîsînim. Heta meha Adarê netirsin û hûn azad in ku çi dibêjin û dinivîsînin…

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'