PWK û PSKyê bi minasebeta Roja Rojnamegerîya Kurdî li Amedê Semînerek li dar xistin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) roja 21.04.2024ê, bi minasebeta Roja Rojnamegerîya Kurdî li Amedê, li Hola Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat semînerek li dar xistin.

Di destpêka semînerê de, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran bixêrhatina beşdaran kir, ji bo şehîdan rêz hate girtin û li ser navê PWK û PSKyê di derbarê mane û girîngîya Roja Rojnamegerîya Kurdî de axaftinek kir.

 

Hanîfî Tûran di axaftina xwe de got:

‘’Rojnameya pêşîn a kurdî, Rojnemeya Kurdistan, di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alî kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 sal piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Kurdistana Başûr, 22yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê de ye her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û  rojnameyên kurdan derketine. Lê hertim dewletên kolonyalîst li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirine. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigre heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e. Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên wek Musa Anter, Huseyin Deniz, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji alî dewleta tirkan ve hatine kuştin. Şîfa Gerdî jî şehîdeka rojnamegerîya kurdî bû.

Ji ber wê yekê, rojnamegeriya kurdî ji alîkî ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîrî û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Bi vê hincetê, em hemû rojnamevanên kurdên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi bîr tînin û dibêjin roja rojnamegerîya kurdî pîroz be!’’.

Paşê, bi moderatorîya Mahmûd Bozarslan, akademîsyen-lêkolîner-nivîskarê kurd M.Malmîsanij û lêkolîner-nivîskarê kurd Seîd Veroj, di derbarê dîroka rojnamegerîya kurdî û , mane û girîngîya Roja Rojnamegerîya Kurdî de agahdarîyên berfireh dan.

M. Malmisanij di derbarê salên 1898-1908ê de rojnamegerîya kurdî; seîd veroj jî di derbarê salên 1908-1923yê de rojnamegerîya kurdî de axaftin.

Li gel rêvebir û endamên PWK û PSKyê, gelek rewşenbîr, nivîskar û sîyasetmedarên kurd jî beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir