PWKyê li Kolanên Batmanê Ji bo Hilbijartina Dersa Bijarte ya Kurdî Broşur Belav Kir

.

Rêvebir û endamên Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 12.02..2025a saet 13.00 an li Batmanê, li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.

Rêvebirên PWKyê ji caddeya Gulistanê ,seranserè Caddeya Dîyarbekirê heya Batman Parkê broşur belav kirin.

Rêvebir û endamên PWKyê bi broşurên kurmancî, zazakî û tirkî, li kolanan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin.

Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.

Gelê me yê Batmanê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyê kirin.

Rêvebirên PWKyê, bi êlegên ku logoya PWKyê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakîya xwe li dar xistin.

12.02.2025

Şaxa Batmanê ya

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Ji Weşanxaneya DOZê du berhemên nû
Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Peyman ji bo Sûriyeyê gaveke dîrokî ye
Almanya, YE û Fransa li ser peymana navbera HSDê û Şamê daxwuyaniyan dan
Nêçîrvan Barzanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer: Ev peyman nexşerêyeke guncaw e
Aliyên siyasî çi li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got?