PYD li ser vekirina "Sêmalka": Me tu lihevhatinek bi PDK re nekiriye

PYD li ser vekirina "Sêmalka": Me tu lihevhatinek bi PDK re nekiriye

 

Rêveberiya bi ser PYD ve, di daxuyaniyeka nivîskî de, dest nîşan kir ku vekirina derwazeya Sêmalka di navbera Başûr û Rojava yê Kurdistanê de, ne encama lihevhatinekê di navbera wan û Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê de ye.

Di daxuyanaiya navbûrî de ku ji aliyê "Desteya hundirîn ya Kantona Cizîrê" ve hatiye balavkirin, tê gotin ku "...bi helkevtina miha Remezana pîroz, û jiber hoyên dijwar ku gelê me di jêr wan de dijî, û jibo parastina berjewendiyên wî yên ku em di ser her tiştî re datînin, em ji gelê xwe re diyar dikin ku derwazeya Sêmalka ji aliyê me ve vekiriye.

Eger biraderên me li aliyê dî, vê derwazê, çawa ku girtbûn, ji nû ve vekin, em hêvîdar in, ku ew careka dî, jibo acenda yên siyasî neyê bikaranîn. Pêwîste bê zanîn ku tu lihevhatinek, di navbera rêveberiya xweseriya demokrat û PDK di vî warî de tune ye.

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes