Navenda Nûçeyan - Berdevka Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş derbarê hevtêgihiştina alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, ku PYD yek ji Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî ye û pêşwazî li destpêşxerîya Fermandarê Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê Mezlûm Kobanî kir.
Sema Begdaş amaje bi wê kir, di vê qonaxa dîrokî û hestyar de ev gava hevtêgihiştinê cihê kêfxweşîyê ye û û got, “Pêwîstîya me bi yekîtîya neteweyî heye, ji bo ku em destkeftîyên xwe, Rêveberîya Xweser û damezrandina HSDê biparêzin û xurtir bikin.”
Berdevka PYDê dibêje, “Pêwîstî bi rêkeftinê hebû, êdî qonaxa yekem jî gelekî girîng bû, lewma em dikarin li ser bingeha wê qonaxê hinek gavên din jî ava bikin” û dîyar dike, “di qonaxa yekem de, hinek armancên stratejîk hebûn, nêrîna sîyasî ya hevbeş di destûreke nenavendî demokratîk û pirreng de, pêk hat.”
Herwiha Berdevka PYDê li ser rewşa ew navçeyên ku niha ketine jêr destê grûpên çekdar û artêşa Tirkîyê û herwiha xelkê ji wan deveran koçber bûne jî got, “mijara welatîyên Efrîn û Serê Kanîyê û navçeyên din, hate gotûbêjkirin û lihevkirin li ser hate kirin.”
Derbarê qonaxa duyem de jî, Sema Begdaş dibêje, wê astengî hebin, lê ya girîng ew bû ku gav di qonaxa yekem de hat avêtin û ew ya herî girîng bû, ji bo pêkanîna bawerîyê di navbera herdu alîyan de û tekez dike, “Eger di qonaxa duyemîn de jî pirsgirêk derkevin, herdu alî dê bi hev re çareser bikin.”
Berdevka PYDê dibêje jî, “Di qonaxa sêyemîn de, pêwîst e avakirina lêvegereke sîyasî bê gotûbêjkirin, ku ji herdu alîyên ENKSê û Partîyên Yekîtîya Niştimanî pêk bê. Ew yek dê li ser bingeha Rêkeftina Duhokê be.”
Derbarê rêveberina Rojavayê Kurdistanê jî Sema Begdaş dibêje, “Beşdarbûna hemû alîyan, di nav de jî ENKSê, di Rêveberîya Xweser de, dê di demên pêş de bê gotûbêjkirin. Herwiha kar wê li ser nehiştina kêmasîyan bê kirin. Di nav de jî pirasên ewlehî, leşkerî wê bêne gotûbêjkirin.”
Herwiha Berdevka PYDê tekez dike ku ya girîng ew bû gava yekemîn bi vê rêkeftinê hat avêtin.
Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) duh, 17.06.2020, têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitîya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyeke hevpar dan û ragihandin, ku “qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."