PZK-Batman: Hezkirina ziman hezkirina welat e

.

Şaxa Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ya Batmanê bi helkefta roja cîhanî ya zimanê zikmakî peyamek belav kir.

Peyama PZK-Batman wiha ye:

JI  ÇAPEMENÎ  Û  RAYA GIŞTÎ  RE

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Piştî dewleta  Pakîstanê ku zimanê Ûrdû wekî  zimanê yekem, resen û fermî îlan kir. Di 21ê Sibata sala 1952an de li hember vê biryarê çalakvanên zimanê Bangladeşî  bertek  nîşan dan û di nava wan û polîsên Pakîstanî de pevçûn derket. Di van çalakiyan da gelek  çalakvanên Babgladeşî hatin qetilkirin. Ji ber vê bûyerê UNESCO YÊ (Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) di sala 1999an de ev roj ji bo bîranîna wan kesên ku hatine kuştin, weke roja zimanê dayikê deklere kir. 21ê Sibatê, ji wê rojê û vir de weke “ Roja Şehîdên Zimanê Dayikê” , weke roja zimanên wendabûyî, weke roja  zimanên qedexekiriyên gelê bindest tê pîrozkirin.

Di vê rojê de di derbarê giringiya zimanê dayikê de li gelek deverên cîhanê axaftin tên kirin û çalakî tên lidarxistin. Daxuyanî tên dayîn. Em wek Platforma Zimanê Kurdî dibêjin; êdî van çalakiyan têrî hewldanên pêşvebirina kar û barê kurdî nakin. Êdî saziyên Kurdan divê rê û rêbazên têkoşînan û polîtîkayên nû yên zimanî bibînin. Êdî pratîk lazim e. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd, hişmendiyeke nû daye gel. Divê gelê Kurd li ser van esasan, têkoşîna ziman û çandê biafirîne. Divê sazî û dezgeyên me pêşengiyê bikin. Divê pergala  ziman û perwerdehiyê ava bibe û polîtîkayên ziman bên afirandin da ku planên komkujiya ziman û çandê ya li hember Kurdî têk hare.

Ji  Îlona 2012an şûn ve Wezareta Perwerdehiyê ya Mîllî (MEB) di pergala xwe ya hîndekariyê de wek dersa hilbijarî cih da Waneya Kurdî.

Di tevger û pêkanînên dewletê de samîmiyet û dilsozî tuneye, xapandin û aliqandin heye. Ji hêla pedagojî ve jî şaşî û kêmasî hene. Li ti welatî perwerde di pola 4an de destpênake. Em van pratîkan bibîrdixin û napejirînin. Mamosteyên Zimanê Kurdî peywirdar nakin. Bi hinceta ku mamoste tunene û xwendekaran waneyê hilnebijartine pol venekirin. Di eslê xwe de ev wane ne di bin ewlehiya zagonan de ye.  Ji bo wê yekê em wek Platforma Zimanê Kurdî van nêzikatiyên Wezareta Karê Perwerdehiya Mîllî ( MEB) napejirînin û bi tûndî li hember van nêzîkatiya derdikevin. Ji ber van pratîkên dewletê em waneya hilbijarî jî wek feraseteke pişavtinê dihesibînin. Di vir de jî xuyaye ku mafê Kurdan yên xwezayî û demokratîk dixwazin di asteke herî nizim de bidin û qîma Kurdan bi van tiştên hindik bînin. Lê daxwaza Gelê Kurd ev e. Kurdî divê bibe zimanê fermî û di dibistanan de wekî tirkî bibe zimanê perwerdehiyê.

Gelê Kurd dibîne ku dewlet mafên wan roj bi roj şûn de dixîne. Mafek piçûk yên didin wan jî li demê belav dikin. Dewlet bi şêweyeke konetiyê asîmilasyona xwe didomîne. Roj bi roj em dereng dikevin. Xetereyeke mezin li pêşiya zimên heye. Ku em zimanê Kurdî nekin zimanê jiyanê, wek di rapora UNESCO yê de jî hatiye destnîşankirin, kurdî jî ewê tev li zimanên wenda û mirî bibe.

Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe. Hezkirina ziman hezkirina welat e.

Jiyan bi KURDÎ xweş e.

PZK-Batman

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn