PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi şandeke girseyî 09.11.2021 , demjimêr 13.00 an de ziyareta Odeya Bijîjkan (TBB)ya Batmanê kir. Heyet ji alî Serokê Odeyê Bijîkan Rêzdar Dr.Selahattin OĞUZ û rêveberîya wê bi germahî hat pêşwazîkirin.
Berdevka PZK Elif Kıvırcık ,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ku "Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye .
PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana PZK Navend de ,di nêz de ava bu.Mebesta zîyareta me ku wek Odeya we ,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de bê û hun bibin şirîkê vî karî.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe bibin şirîkê vî karî û em her tim tekildar bin .Wek tekildarîya Dr-Nexweş jî pewistîyek xurt ji bo ziman zanîbuna kurdî heye.Helwestek li ser mijarê ya Odeya we hebe (ku pewistîyeke) PZK amadeye ji bo xizmetê"
Serokê Odeyê Rêzdar Dr Selahattin OĞUZ bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:
"Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîyê ye .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi hevre bin,şirîkê karê we bin.Her wuha ji bo zimanê kurdî em ê di nav Oda xwe de di nav tevgerekê de bin. Em ê xwe di ve xebatê de bi berpisyarî bibînin û kar bikin. Di vî karê pîroz de em hertim tekildar bin. Ji bo kampanya îmzeyê jî ,ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê geş bibe çi ji destê me were em ê bikin.Raste ji bo tekildarîya Dr-Nexweş pewistîya me wek zaruriyetekê bi zanebuna zimanê Kurdî heye û me pir caran hewl daye xwe ku zimanê Kurdî di nav Odeyê û bijîjkan de ferbun û bikaranîna ziman.Û dîsa em ê ji xwere bikin armanc. "
Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.09.11.2021
PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)
Lînka îmzê