Platforma Zimanê Kurdî, li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat bi rojnamegeran re civîneke çapameniyê li dar xist.
Gelek endamên platformê û rojnameger tev li civînê bûn. Li ser navê platformê endamê platformê Şerefxan Cizîrî di civînê de qala xebatên wan ên dê di pêşerojê de bikin kir û di bin navê ‘bernameya nêzik û bernameya dûr’ de 2 bernameyên xebatê ku ji 11 xalan pêk dihatin aşkera kir.
Xalên bernameya nêzîk wiha ne;
1-Divê beriya her kesê partiyên me bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin, civînên xwe bi kurdî bikin. Partiyên siyasî divê bibin rol model ji bo zimanê kurdî.
2-Di roja 21ê sibatê de serok û nûnerên partiyan bi qutikên spî (Bi dirûşma; zimanê kurdî nasnameya me ye) derkevin kolanan û belavokan derbarê daxwazên platformê de belav bikin.
3-Pirsgirêka zimanê kurdî di 21ê Adarê roja Newrozê de di hemû bernameyan de cih bigire. Giraniya çalakî û axaftinan jî li ser bi destxistina mafê zimanê kurdî bin. Li hemû bajarên ku Newroz bê pîrozkirin mafê zimanê kurdî bikeve rojevê.
4-Ji medyaya kurdî ku li hemû beşên Kurdistanê heye PZK sûdê werbigire. Di medyaya kurdî de xebata xwe xurt bike û pêwendiyên xwe jî berfirehtir bike.
5-Piştgiriya hemû cureyên hunera kurdî were kirin, bi taybetî jî şaredariyên Kurdistanê ji bo vê armancê bernameyan amade bikin, şaredarî li ber pêşketina zimanê kurdî vekin. Ji bo xebatên zimanê kurdî bibin alîkar.
6-Bi zimanzan, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevenan re civîn, konferans, panel û semîner werin amadekirin.
7-Zimanê kurdî di mizgeftan û çalakiyên olî de aktîf were bikaranîn.
8- Divê em pêşniyarên di komxebata ziman de ku di her sê kargehan de hatin nîqaşkirin, bi awayekî baş bînin cem hevdu û wan ji PZK’ê re bikin nexşerê.
9-Em ê bi wê nexşerêyê komelên perwerde, çand, saziyên civakî, olî û aborî di demeke nêzik de ziyaret bikin.
10-Piştî van ziyaretan em ê bi çapemeniyê re rûnin û xebatên xwe bi wan bidin naskirin.
11-Ji bo ku daxwaza dersa bijarte (kurdî) di nav kurdan de baş belav bibe, di meha hezîranê de divê hemû pêkhateyên platformê li cihên ku platform lê çalak e, li ber saziyên dewletê yên perwerdehiyê çalakiyan li dar bixin.
Xalên bernameya demdirêj jî wiha ne;
1-Zimanê kurdî li welat bibe zimanê perwerdê ango zimanê perwerdê li welat bibe zimanê dayikê. Li bajarên tirkan ku kurd lê dijin jî dersa zimanê kurdî bibe mecbûrî.
2-Zimanê kurdî li Tirkiyeyê li tenîşta zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Li Kurdistanê jî kurdî bibe zimanê sereke û tirkî jî li tenîşta zimanê kurdî be.
3-Ji bo zimanê kurdî di Destûra Bingehîn û qanûna perwerdeyê de guhertin werin kirin. Mafê zimanê kurdî mîsoger bibe. Kurdî ji hêla fermî ve bibe xwedî statu.
4- Ji bo alîkariya karê PZK’ê kampanyaya aborî were destpêkirin.
5- Peyv û folklara kurdî berhev bibe, şaredariyên Kurdistanê navendeke çand û wêjeyî saz bikin. Van berheman bikin nivîskî û bi weşanxaneyên kurdî re ji bo çapkirina wan xebatan sponsorî were kirin.
6-Navê cih, çiya, çem, newal, bajar, bajarok û gundan, dikan û kargehan, dibistan û saziyan li welatê me bibin kurdî.
7-Saziya Zimanê Kurdî weke Saziya Zimanê Tirkî fermî were damezrandin û di parlamentoyê de were pejirandin û ji hêla budçeya dewletê ve were fînansekirin.
8-Divê PZK di pêşerojê de yan bibe weqif an bibe federasyon û yan jî saziyek fermî û bibe xwediyê navnîşanî û avahî.
9-Konferanseke navneteweyî ji bo zimanê kurdî were avakirin.
10- Li metropolan û li Ewropayê divê şaxên PZK’ê bi heman rêgez û bernameyan werin damezrandin.
11-Ji bo daxwazên PZK’ê di pêwendiyên navneteweyî de aktualîze bibin, xebatên nêzik û dûr bi hev re bibe pakêtek. Ev pakêt bi mafê yasayî û navdewletî re bi peymanên ku di warî de hene bi daxwaznameyeke huqûqî were formulekirin û ji saziyên navneteweyî re were şandin. Di vê mijarê de alîkarî divê ji baroyan were xwestin.
Di dawiya civinê de endamên platformê pirsên rojnamegeran ên têkildarî xebatên xwe bersivandin.