Amadekirin: Qado Şêrîn
Kurd mîna gelek gelên din ketin ola Islamê, û wek nivîskarên wan gelan bi zimanê Quranê pirtûk nivîsandin. Hin nijadperestên Ereb şaristaniya Islamê piştguh dikin û wan berhem û pirtûkan li ser şaristaniya erebî dijmêrin, ji ber bi zimanê erebî hatibûn nivîsandin.
Dema netewe geş bûn û dewletên neteweyî ava bûn, êdî bi giştî, hema hema herkesî bi zimanê neteweya xwe pirtûk nivîsandin. Kurd man bê dewlet, na bêtir welatê wan di bin sîwana sê netewe û sê zimanên cuda de bû çar perçe. Li gelek cih û çax û deman derfet nema kurd zimanê xwe fêr bibin û bixwînin û binivîsin, belkû di gelek qonaxan de qedexe bû, êdî hin kurdan bi zimanê neteweya serdest pirtûk nivîsandin. Aniha ew yek bûye pirsgirêk û çareser nabe, belkû çîroka şûjinê ye: ka pirtûkên wan dikevin an nakevin pirtûkxaneya kurdî?
Ji dema Homerus ve, belkû ji berî wî ve, xelk bi zimanê dayikê, zimanê pêşî, zimanê civaka derûdor helbest, çîrok û dasîtan û di dûv re pirtûkan dinivîsînin, çimkî fêrbûn û zeftkirina wî zimanî hesantir e ji fêrbûna zimanekî biyanî. Nimûne, Dante Alîghêrî “Komedya Xwedayî“ bi zimanê dayikê ku Îtalî ye nivîsand. Williyam Şekespîr “ Romeyo û Julyêt“ bi Ingilîzî nivîsand. Viktor Hugo “Mirovên Hejar“ bi Firensî nivîsand, Mîgwêl Servantes jî “Don Kîşot“ bi zimanê Spanî nivîsand. Vêga, ku herçar nivîskaran ne bi zimanê Italî, Ingilîzî, Firensî û Spanî, bi zimanekî din ew pirtûk binivîsandina, gelo wê li ser çand û pirtûkxaneya wî zimanî bihatina jimartin?
Wêje bi çi zimanî bê nivîsandin, ji bo mirovantiyê tê nivîsandin û dibe beşek ji wêje û kelepora cîhanî. Ji bo hin nivîskaran bi çi zimanî binivîsin, pirsgirêk nîn e. Hin nivîskarên keysebaz jî hene, ji bo mezin û navdar bibin û sûdeyê ji pirtûkên xwe wergirin, bi zimanê xelkê, bi zimanê serdestan nivîsandin.
Ehmed Şewqî kurd bû, gelo mirov dikare pirtûkên wî li ser pirtûkxaneya kurdî bijmêre? Her wisa baştirîn nimûne pirtûkên herdû nivîskarên navdar Selîm Berekat û Yaşar Kemal in, gelo mirov dikare pirtûkên herdûyan li ser pirtûkxaneya kurdî bijmêre, ji ber kurd bûn?
Berî sê çar rojan min di vê derbarê de ev posta li jêr li ser dîwarê xwe yê Fêsbokê belav kir.
“Bes xwe bixapînin. Ziman bingeh e ji bo vê pirtûkê û wê pirtûkê bixe yan nexe pirtûkxaneya kurdî. Çareserî di bersiva 6 serpêhatiyan de ye.
...
01-Berî 23 salan xortekî Elman bi keçek kurd re zewicî, piştî 20 salan pirtûkek bi zimanê kurdî çap kir, gelo ew pirtûk dikeve pirtûkxaneya kurdî yan Elmanî?
02-Berî 27 salan kurdek ji Amedê bi keçek Misrî re zewicî, piştî 24 salan pirtûkek bi zimanê Erebî çap kir, gelo ew pirtûk dikeve pirtûkxaneya kurdî yan Erebî?
03-Kurdek, dê û bav kurd, li Swêdê mezin bû, berî 7 mehan pirtûkek bi zimanê Erebî çap kir, gelo ew pirtûk dikeve pirtûkxaneya kurdî yan Erebî?
04-Berî 34 salan kurdek, dê û bav kurd, çû Japan, piştî 27 salan pirtûkek bi zimanê Japonî çap kir, gelo ew pirtûk dikeve pirtûkxaneya kurdî yan Japonî?
05-Keçek Rûs, dê û bav Rûs, bi riya Internet fêrî zimanê kurdî bû, berî 3 mehan pirtûkek bi zimanê kurdî çap kir, gelo ew pirtûk dikeve pirtûkxaneya kurdî yan Rûsî?
06-Berî 11 rojan, jineke kurd, dê û bav kurd, pirtûkek bi zimanê kurdî çap kir, .... ma şek heye ku ew pirtûk nakeve pirtûkxaneya kurdî.
Bi wijdan bersivê bidin“.
Piştî wan pirsan, û piştî xwendina posta min û her şeş serpêhatiyên ku min wek nimûne nivîsandibûn, vê pirsê radestî hin nivîskarên kurd dikim, ew çawa meseleyê dibînin û dinirxînin?
Gelo tu wek kurd û wek nivîskar, kîjan pirtûk li ser refikên pirtûkxaneya kurdî tê danîn? Li gor te şert û merc çi ne ji bo pirtûkek bikeve yan neke pirtûkxaneya kurdî? Eger nivîskar kurd be, dê û bav kurd bin, ziman kurdî be, ziman biyanî be lê mijar û naveroka pirtûkan li ser kurdan be. Bi giştî tu çawa dibînî, bi texmîna te wê ev mesele çawa çareser bibe?
Qado Şêrîn, 24-10-2024
...........
Nivîskar Fewaz Ebdê
Berî her tiştî ez spasiya birayê xwe nivîskar Qado Şêrîn ji bo rapirsînê dikim.
Destnîşnkirina nasnama pirtûkên ku divê di pirtûkxana kurdî de cih bigirin, şaxin tevlihev ên çandî, zimanî û nasnameyî bi xwe re tîne, ji ber ku pirtûkxana kurdî ne bi wêjeyê tenê ve girêdayîye, lêbelê ew projeke çandî berfireh e ku bîrdanka dîrokî, kelepûr û şûnmaya çandî ya gelê kurd bi tevahî bi xwe digre. Lê emê wêjeyê –wek nimûne- ji bo vekolînê bibin, da em karibin di riya wê re hin astengî û derfetên ku di vê çarçoveyê de ji bo diyarkirina ‘wêjeya kurdî’ wek, mijar ku bi rewşa dîrokî û siyasî ya gelê kurd ve girêdayî ye binirxînin.
Nasnama çandî ya wêjeyê û rola ziman tê de
Ziman beşekî bingehîn ê nasnama çandî ye, ji ber ku pencera kes û civakê ya ber bi kelepûr û şûnmaya wan û xweseriya wan a tevayî nîşan dike. Wêjeya ku bi zimanê dayik tê nivîsandin ji gelan re dibe berdevkê resen ê nasnama çandî û şaristanî. Wêjeya çandî rengvedaneke ji serpêhatiya jiyana giştî nîşan dide, ji ber ku bi zimanê wan hatiye nivîsandin û êş, xwestek û dîroka wan vedibêje, di giyanê kurdan de cih digire. Lê dema ku nivîskarê kurd neçar dibe bi zimanekî din binivîse, bi taybetî jî bi zimanê dewleta desthilatdar, wekî ku di dîroka Kurdî de bû û dibe, pirsgirêkek rû dide; ev berhem beşek ji wêjeya Kurdî tê hesibandin an ji wêjeya zimanê ku pê hatiye nivîsandin?
Pîvanên naskirina wêje, berê û niha
Di wêjeya klasîk de nasnama berhemên wêjeyî yên ku bi zimanê dayik hatine nivîsandin dihat danasîn. Bo nimûne, berhemên Shakespeare bi wêjeya Îngilîzî, û berhemên Dante bi wêjeya Îtalî ve hatin girêdan, ji ber ku her nivîskarekî bi zimanê xwe yê netewî dinivîsand, ku wêjeya wan bû rengvedanek rastîn a nasnama netewî. Lê di serdema nûjen de, bi rûdana tevlîheviyên nasnameyî û xwedîtina ji vî yan wî gelî, bi taybetî di dozên weke doza Kurdî de, pîvan aloztir bûne.
Ji ber şert û mercên awarte yên ku kurd tê de dijîn, rewşa wan ji serborên netewî yên din cudaye. Nivîsandina bi zimanekî ji bilî kurdî, her çend li ser mijarên bi kurdan re têkildar be jî, pirsgirêkekê derdixe holê: Gelo divê ev berhem ji wêjeya kurdî bê jimartin? Gelo nasnama wêje tenê bi ziman ve girêdayî ye, an jî divê nasnama komelî û naveroka çandî ya berhemê jî bigire nav xwe?
Rewşa kurdan û nîrên wê yên awarte
Kurd di şert û mercên taybetî yên siyasî, çandî û civakî de dijîn, ligel dabeşbûna erdnîgarî di bin sîwana çar dewletên cuda de bi sê zimanên bingehîn (erebî, tirkî û farisî), ev jî dihêle ku pirsgirêka wêjeya kurdî û tevlêbûna wê di nava pirtûkxana Kurdî de cihê danûstendineke dûvdirêj be. Vê rewşê rê li ber kurdan girt ku wêjeke netewî bi zimanekî yekgirtî pêş bixin û carinan jî nehiştin ku zimanê kurdî hîn bibin an jî bi awayekî fermî bi kar bînin. Vê yekê hişt ku gelek rewşenbîrên kurd bi zimanên din binivîsin, wek nivîskarên mîna Selîm Berekat û Yaşar Kemal û... Van nivîskaran, tevî ku kurd in, bi zimanên welatên desthilatdar dinivîsandin, ev yek jî bû sedem ku berhemên wan heta çi radeyê di pirtûkxana kurdî de cih digirin, û gelo girêdana nivîskarê kurd bi wêjeya kurdî re bi wî, nasnama wî, zimanê wî, an naveroka nivîsên wî ve girêdayî ye?
Pirtûkxana Kurdî weke têgeh
Pirtûkxana Kurdî neynika ku bîrdanka çandî û şaristanî ya gelê Kurd têde tê dîtin. Lê li vir pirsa herî girîng ev e: Kîjan pirtûk wê di pirtûkxana kurdî de bê danîn? Ma divê pirtûk bi zimanê kurdî bê nivîsandin ta ku têkeve pirtûkxana kurdî, an nivîskar kurd be, an jî mijar bi civak û çanda kurdî ve girêdayî be?
Li gorî rapirsînê pirs li ser pirtûkên kurdên ku li diyaspora dijîn û bi bêtirî zimanekî hatine nivîsandin, mîna nivîskarê kurd ku bi almanî yan japonî dinivîse, an jî nivîskarê kurd ku ji ber rewşên siyasî yan çandî, berhemên xwe bi erebî çap dike, derdikeve holê. Li vir pîvana pejirandinê dibe mijara gengeşeke mezin: Ma divê li ser zimanê ku tê bikaranîn, nasnama nivîskar, an naverok bixwe be? Ji aliyê kulturî ve, hin kes di wê baweriyê de ne ku divê pirtûkxana kurdî her berhemek ku ezmûna kurdî diyar dike, tevî ku bi zimanekî biyanî hatibe nivîsandin jî, bihewîne, lê hinên din tekez dikin ku pîvana bingehîn ziman e û divê pirtûkxana kurdî tenê ji pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin be.
Behaneyên herdu koman: nivîsandina bi kurdî yan bi zimanin din?
Di nav nivîskarên kurd de, dubendiyeke zelal û heşkere di mijara nasnama zimanî ya wêjeya kurdî de heye; hinek dibînin ku nivîsandina bi zimanê kurdî tekane riya parastina nasnama çandî ye, hinek jî dibînin ku rêdana ji zimanin din re pêwîstiyeke realîst e. Ev cudahî kêşeyin kûr ên girêdayî pênaseya wêjeya kurdî û cihê wê di pirtûkxana kurdî de diyar dike.
A-Behaneyên xwediyên tenha nivîsandina bi Kurdî:
Ev beş di wê baweriyê de ye ku nivîsandina bi kurdî ji bo her nivîskarekî kurd berpirsiyariyeke çandî ye, ji ber ku kelepûr û nasnamê diparêze û berdewamiya ziman li hemberî polîtîkayên biçûkxistinê misoger dike. Ew di wê baweriyê de ne ku ketina pirtûkên bi zimanên din di pirtûkxana kurdî de hêz û taybetmendiya wêjeya kurdî lawaz dike û ew ditirsin ku di bin bandora zimanên netewên serdest de ev berfirehbûna zimanî bibe sedema windakirina nasnama zimanî. Lewra bang li nivîskarên kurd dikin ku li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derkevin û vê yekê wek erkek çandî û sincî/exlaqî dibînin û daxwaz dikin ku ev nivîskar hînî zimanê xwe bibin û ji bo dewlemendkirina wî û berhemên xwe bi kurdî derxin, û hincetên xwe bo nenivîsandina bi zimanê kurdî ji guh xwe bavêjin.
Lê di heman demê de, ji vî beşî tê xwestin ku hinekî nermtir be; Ji bo kurdên ku li welatên ne-kurdîaxêv ji dayik bûne yan mezin bûne û ji zarokatiya xwe ve fêrî zimanên din bûne, taybetmendiyin wan hene. Ji ber vê yekê mirov dikare bi awayekî vekirîtir li babetê binêre da ku rê ji nivîskarên kurd, ên ku bi zimanin din dinivîsin û naveroka nivîsandinên wan li ser serbora kurdî be û kesayetiya kurdî didin nasîn. Ev yek nasnama pirtûkxana kurdî xurt dike.
B-Behaneyên Kurdên ku bi zimanin din dinivîsin:
Ji aliyê din ve, nivîskarên kurd ên ku bi zimanin din dinivîsin, di wê baweriyê de ne ku nivîsandina bi zimanê netewa desthilatdar an bi zimanê navnetewî asoyin berfirehtir vedikin, û bêhtir dikarin bîr û baweriyên kurdî li ser asta cîhanê belav bikin, nemaze ji ber astengiyên ku himberî fêrbûna zimanê kurdî li herêmên diyasporayê rû didin. Ew jî hest dikin ku wêjeya kurdî bi zimanekî din were nivîsandin jî dikare nasnama xwe ya çandî diyar bike wekî ku mijar û naverok derbirînên kurdî ne.
Lê kêmaniya vî beşî ew e ku hewl nedane xwe fêrî zimanê zikmakî bikin, li ber kêmasiyên xwe rûnanên û her sedema nefêrkirinê dixine hustê rewşa awarte ya ku Kurd dijîn û çavên xwe li wan kesên ku di heman rewşê de xwe fêrkirin digrin. Weha jî ji van nivîskaran tê xwestin ku parastina ziman û qehremaniya kesên ku bi tenê bi kurdî dinivîsin bipejirînin û girîngiya keda wan winda nekin bi behaneya ku nivîsandina bi kurdî tenê me nagihîne gasîna cîhanî!.
C-Nêzîkkirina nerînan
Dibe ku di navbera herdu beşan de lihevhatinek pêk bê; ew jî bi pejirandina têgeheke berfereh ku herdu ziman tê de cih bigirin: wêjeya ku bi kurdî hatî û tê nivîsandin wekî kevirê bingehîn yê pirtûkxana kurdî be, û di heman demê de nivîskarên kurd ên ku bi zimanin din dinivîsin û berhemên wan neynika çanda kurdî ne, neyên jibîrkirin û mîna beşekî ji pirtûkxana kurdî bên dîtin.
Awayên çareserkirinê û asoyên pêşerojê
Ji bo derketina ji vê gengeşê, em karin hin pêşniyar bo çareserkirinê bikin ku parastina nasnama wêjeya kurdî di wan de misoger be û têgeha pirtûkxana kurdî jî berfireh bibe:
1-Pêşxistin û piştgiriya nivîsandina bi zimanê kurdî: Piştgiriya nivîskarên kurd ên ku bi kurdî dinivîsin çi darayî û çi razberî, nemaze li welatên ku rê nadin hînkirina fermî ya bi zimanê kurdî.
2-Bikaranîna nermbûneke çandî di nijandinê de: Berhemên ku bi zimanên din hatine nivîsandin û naverok û çanda wan bi nasnama Kurdî ve girêdayî be di pirtûkxana Kurdî de bên pejirandin.
3-Pêşxistina wêjeya kurdî li qada navneteweyî bi riya wergerê: Pirtûkxana kurdî ji bo ku bi awayekî berfireh belav bibe, dikare nêzîkatiya wergerandina bi zimanên navneteweyî werbigire, da ku cihekî baş ji wêjeya kurdî re di cîhanê bibîne.
4-Bikaranîna platformên dîjîtal: Pirtûkxaneyeke dîjîtal a kurdî dikare bê çêkirin ku hemû berhemên girêdayî çand û ezmûna kurdî cihê xwe tê de bigirin, û nijandineke cuda ji her beşekî re bê danîn. Bi vî hawî em dikarin di nijandinê de her beşekî cihekî jê re çêkin, ku çand û wêjeya kurdî pêşkeve û kelepûr û şûnmayî jî bêne parastin.
Di dawiyê de, mijara dabeşkirina wêjeya kurdî di pirtûkxana kurdî de wek pirsgirêkeke tevlihev dimîne û kêşeyin nasnameyî û xweçawadîtinî yên ku kurd dijîn nîşan dide. Her çendî gengeşe û xebat ji bo yekkirina hewldanên rewşenbîran girîng be jî, ji bo bidestxistina geşepêdaneke rastîn piştgiriyeke rastîn ji rêvebirên desthilatdar ên heyî tê xwestin. Tunebûna vê piştgirîyê dihêle ku hewildanên kesane nikaribin guherînên tên xwestin pêk bînin, û dibe sedema piçûkxistina ziman û çanda kurdî. Bêyî biryarên sazî û hewldanên fermî yên ku dirav û piştgirî didin, parastina çanda kurdî wek xebateke kesane wê bi bandoreke qels û kêm dimîne.
Dawî.
. . .
Lêkolîner Heyder Omer
Tiştê nasnameya wêje diyar dike û diçespîne ziman e. Wêje bi zimanê xwe di Pirtûkxaneya wî zimanî de cihê xwe distîne. Pê re jî her nivîsa bi zimanê kurdî, ya naveroka wê ne kurdî be jî dikeve Pirtûkxaneya kurdî, ji ber ku bo geşkirina (tetewwura)ziman û wêjeya kurdî sûdar e. Lê nivîsên, ku bi zimanên biyaî hatine nivisandin, naveroka wan kurdî be jî, di wêje û Pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe nastînin. Nimûne: Helbesta helbesvanê Îraqê El-Cewahîrî li ser Kurd û Kurdistanê nivisandibû, û romana romannivîsê Alman Karl Mei li ser Kurdistanê nivisandibû, her yek ji wan milkê wêjeya zimanê xwe ye, û bi carekê nabin milkê wêjeya kurdî, û nikarin bo geşkirina ziman û wêjeya kurdî sûdar bin.
Lê mirov dikare bibêje: Ew nivîsên, ku zimanên wan biyanî ne, û naveroka wan kurdî ye, dikarin hesta netewî li ba xwendevanê kurd pêk bînin, û geş bikin.
Dawî.
. . .
Mamosteyê zimanê kurdî Keleş Keleş
Bi nerîna min ji bo evê mijarê, divê ku mirov çanda Kurdan û bindestîya Kurdan di ber çavên xwe re derbas bike, ji ber mirovekî azad û xwedî welat ku bi sedan zanîngeh û dezgeh ji bo ewî ziman û miletî kar dikin, ne mîna mirovekî bindest e ku çand û zimanê wî li ber mirinê ye, her du nikarin wekî hev bifikirin. Kurd dibêjin: “Zikê têr ha ji zikê birçî tuneye.” Zikê me birçîyê çand û zimanê me ye, em zikêşên çand û zimanê xwe ne, Ereb, Tirk û Faris ziktêr in.
Dema ku mirov li evê babetê dinere û wê disêwirîne, dibîne ku pirsgirêka têgihiştina têgih û pênaseyên wan heye. Mîna çawa mirov nikare têgiha semantîk û pragmatîkê bi hevûdu biguhere, her wisa mirov nikare nivîsên ku bi erebî, tirkî û almanî hatine nivîsin, wan bike wêjeya kurdî.
Ez ê hewil bidim ku bersivê bi mînakan jî bidim zelalkirin. Ez niha mamosteyê zimanê kurdî (kurmancî) me û gelek caran ez bi xwendekarên xwe re li ser Alman û çanda wan diaxivim, ma gelo ez wilo dibim mamosteyê zimanê almanî jî, ji ber ku ez li ser çanda wan diaxivim û bi xwendekarên xwe re naverokeke almanî şirove dikim!?
Lê, ma gelo ez dikarim bibim mamosteyê zimanê almanî, tevî ku ez Kurd im?
Erê, ez dikarim kengî ku min dest pê kir û min waneyên zimanê almanî dane xwendekaran, wê demê ez mamosteyê zimanê almanî me jî.
Gelek nivîskarên Ereb, Tirk, Alman, Engilîz, Faris, Ermen hwd. li ser çanda Kurdan, dîroka Kurdan, zimanê Kurdan, dînên Kurdan û bindestîya Kurdan bi dehan pirtûk nivîsîne, ma gelo ew nivîsên wan dikevin nav wêje û zimanê kurdî!?
Bersiva min: Ger nivîsên wan bi zimanê kurdî bin, erê, nivîs û pirtûkên wan di pirtûkxaneyê de di paxila refikên pirtûkên kurdî de têne bicihkirin û rêzkirin, tevî ku ew kes ne Kurd bin jî.
Lê, ku nivîs û pirtûkên wan bi zimanên wan bin, dikevin gencîne û buxçika ziman û wêjeya wan.
Nivîskar Oskar Mann û gelek nivîskar, rojhilatnas û zimannasên Alman bi dehan pirtûk û gotar li ser Kurdan nivîsîne, lê çimku nivîsên wan bi almanî ne, pirtûkên wan di refikên wêjeya almanî de ne. Her wisa jî gelek nivîskarên Ermen, Ereb û Faris jî hene ku bi zimanên xwe li ser Kurdan nivîsîne.
Pirsek heye, ma wêjeya kurdî ya ku bi erebî yan tirkî hatiye nivîsîn, tuneye?
Belê heye, gelek çîrok û çîvanokên Kurdan ên devkî, yên ku ji alî nivîskarên Ereb û Tirk yan jî Kurdên erebînivîs û tirkînivîs hatine nivîsîn, ew çîrok kurdî ne, çima? Ji ber ku beşek ji wêjeya kurdî ya devkî ne. Mirov dikare navê wê bike, wêjeya kurdî ya ku hatiye wergerandin erebî, yan jî wêjeya ku ji Kurdan dizîne, ji ber ku piranîya wan nabêjin ku ew wêjeya Kurdî ye, gelek nivîskarên Kurdên ku bi erebî dinivîsin, çîrokên kurdî yên gelêrî dizîne û bi erebî nivîsîne û ew li ser navên xwe tomar kirine, bêy ku jêdera wê bibêjin.
Îcar ku yek rabe û bi erebî yan jî bi tirkî birame û bihizire û çîrokekê yan romanekê li ser Kurdan binivîse û wê pirtûka xwe yan xwe têxe nav wêjeya kurdî, ji ber ku ew bi xwe Kurd e, ez bawer dikim, ev gav ji bo wêjeya kurdî û miletekî bindest mîna Kurdan metirsîdar e û ji bo ewan nivîskaran jî tênegihiştinek û berjewendîyeke kesîn e.
Wêje bi zimanekî tê nivîsîn, wêje bêziman tuneye û wêjeya devkî yan jî ya zarkî gelekî kevinar e, ya nivîskî li hemberî ya devkî pir nû ye, anku tiştên ku ji devê mirov derdikeve, ew deng û peyv in, ew deng û peyv zimanek in, bi ewan deng û peyvan wêje tê gotin û dibin tîp û têne nivîsîn. Ew zimanê han yê ku wêje pê tê nivîsîn. Ziman, nasname û derbirrîna ewê deqê dirêse.
Ku zimanê kurdî tune bûya, dê wêjeya kurdî jî tune bûya, her wilo ku erebî jî tune bûya, wê wêjeya erebî jî tune bûya. Hebûna tiştan bi heyîn, çêbûn û bûna wan ve girêdayî ye û heye.
Her mirovek azad e, xwe çawa dide nasîn an jî xwe çawa û çilo dibîne, ji mafên her kesî ye ku xwe Kurd bibîne yan nebîne, bi dehan Kurd hene ku bi erebî, tirkî û farisî dinivîsin, distrên û dijîn, tevî ku Kurd in jî, lê belê ew xwe û nivîsên xwe wekî Kurd û kurdî nabînin, lê li rexê din jî gelek kes hene ku xwe Kurd dibînin, lê bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin û distrên û dijîn, ew Kurd in, lê dîsan jî nivîs û stran û jîyana wan bi tirkî, erebî û farisî ye û ne bi kurdî ye.
Dawî.
. . .
Nivîskar Merwa Birîm
Herku mijara nivîskarên Kurd, ên bi zimanên biyanî dinivsînin, derdikeve holê û tête gengeşekirin, qerebalixa ciyawaziyê di pirtûkxaneya Kurdî de bilind dibe. Rewşenbîr, şopîner û guhdêrên tevgera çandî tev dibin du tîm, tîmek berevaniyê dike bi behaneya ku ew pirtûk hilgirên pirsgirêk û serpêhatiyên biêş ên gelê kurd in, û ya din ziman dike kaxeza pejirandinê ku ew di pirtûkxaneya Kurdî de cih bigirin.
Di destpêkê de divê em hinekî li ser ziman rawestin, ku bersiva vê rapirsîna giring fireh bibe. Pîter Bêrgir civaknasê Emrîkî ku li bajarê Viyenayê jidayîkbûye dibêje* ziman xweserî û nasname ye*
Gava mero li dîroka sedsalên bihorî vedigere, û bingeha kêferatên mirovahî vedikole, nemaze piştî zelalbûna netewiyê, ku cenga sedsalî-1337-1453- di navbera Firansa û Birîtanya de qewimiye, û hestên netewî gurr kirine, û bûye nîşana qonaxeke milmilaneyî têvel, û cardin bi şoreşa Firansa re, netewî bi hêz êrîşî meydanê dike, û heya dema niho riç kûr berdane axa civakan. Di vê mijarê de pêdivî nîne ku li ser mercên netewiyê rawestim, lêbelê ne pirsgirêk e ku bi kurtî bidim nîşan, ziman, xaknîgarî û dîroka hevpar e.
Di talda pêşgotina kurt de, li gel gotina civaknas Pêter, ezê pirsekê ji Kurdan bikim:
-Ji bo çi bûn ewqas komkujî, cênosayd, wêrankirin, talan, û kuştina bi her aweyekî? Ma li ser eniya te hatibû nivîsandin ku tu Kurd î, an masûlka ku di devê te de ku bi zimanekî cuda diliviya, tu xist ber tarûmarkirinê? li vir hinekî bi ser xwe de biponije, tuyê bibînî ku bersiv bi hêsan e.
Zindankirina zimanê Kurdî
Dewlet û destlatdarên ku Kurdistan parvekirine, berî her tiştekî zor birin ser ziman, sîstema hînkirinê di dibistanan de bi zimanê destladaran bû, ku Kurdan di nav xwe de bihelînin, em tev vê yekê baş dizanin me pir gazin ji ber kirine, heya di qonaxekê de me newêrî navên Kurdî li zarokên xwe bikirana, û destlatdara Tirkiyê dûrtir çû, û Kurd kirin Tirkên çiyê.
Ji ber vê yekê, fêrbûna bi zimanê Kurdî rastî pir tepisandin û astengiyan hat, wek afyonê bi dizîka di jêrmal û qorzîkên tarî de, di nav destên hezkiriyan de digeriya, siya vê yekê pir qalind bi ser cîhana nivîsandinê de pekiya, di encamê de gelek nivîskar di malbatên xwe de Kurd bûn, û di pirtûkan de bûn Ereb, Tirk û Faris.
Piştî berçavkirina hin xalan, niha dikarim pirsa hevalê rêzdar Qado Şêrîn bibersivînim.
Wek Kurdeke berketiya netewa xwe, hezkiriya zimanê xwe, bo ku rê li pêşa perçebûnên bêhtir bêne birrîn, weke çareseriyeke orte, nifşê nivîskarên bûne qurbaniyên zîndankirina zimanê Kurdî, pirtûkên wan ku pirsgirêk û serpêhatiyên Kurdan hilgirtine, dive di beşekî taybat di pirtûkxaneya Kurdî de cih bigirin.
Lêbelê piştî vêketina qeyrana Sûriyê, ku yek ji encamên wê rizgarbûna zimanê me ye, ez bi hêz û yekalî li gel gotina Pîter Bêrgir, piştgiriya zimanê Kurdî dikim, ji ber ku li xaka xwe û li diyasporan jî, her kesek bi nîva dema ku dide zimanên biyan, dikare xwe fêrî Kurdî bike, ango pirtûkên di nîvê duyem ê temenê qeyrana Sûriyê de, bi nêrîna min be ew nakevin pirtûxaneya Kurdî.
Malabat û nifşên bê, ger bixwazin xwe bi riçên Kurd ve girêdin, divê giringiyê bidin ziman û nivîskar zanibe zimanê nivîsa wî derbasî pirtûkxaneyan dike.
Dawî.
. . .
Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî
Pirtûkxaneyeke kurdî dikare pirtûkên bi zimanên cuda û derheqê gellek mijaran de bihewîne, lê pirsa em li vir xwe pê ve mijûl dikine ew e, ka ji pirtûkan kîjan dikare wek berhemeke bi zimanê kurdî bihêt binavkirin. Bêguman pirtûkeke ne bi zimanê kurdî dikare xwe bi mijarên bi Kurdan ve peywendîgir ve mijûl bike û bo zimanê kurdî, yan alîyekî din yê Kurdan sûdmend be, lê ew pirtûk ne yeke bi zimanê kurdî ye û nakeve nav pirtûkên kurdîziman.
Em werin ser wêjeyê, edebiyatê. Tenê berhema bi zimanê kurdî dikare têkeve nav wêjeya kurdî. Zimanê makî yê Selman Ruşdî ne înglizî ye, ne jî ew li Îngliztanê ji day bûye, lê berhemên wî yên bi înglizî hatinî nivîsandin beşekî ji ziman û edebiyata înglizî ne. Oscar Wild, Samuel Beckett, James Joyce, George Bernard Shaw, Elizabeth Bowen û Seamus Heaney bi berhemên xwe yên di nav wêjeya înglizî de navdar in, tevî ku îrlendî ne. Berhema dikeve nav çemê wêjeya zimanekî peyvên ji çanda wî zimanî, hevokên ji wî zimanî û dengên ji wî zimanî bi kar dihîne. Bi gotineke din zimanê berhemê, ne kîbûna nivîskarê wê, nasnameya wêjeyî ya berhemê radigihîne.
Nivîskarekî ji paşrehên almanî ku îroj li welatekî wek Australyayê bi zimanê înglizî dinivîse yek ji nivîskarên zimanê înglizî ye û berhemên wî beşekî ji wêjeya australî/înglizî ne, ne almanî. Ger em vê encamê mentiqî bibînin, wê demê nivîskarekî ku bi tirkî dinivîsîne jî yek ji nivîskarên zimanê tirkî ye, çiqa bi xwe kurd be jî.
Mijara nivîsandina hinek nivîskarên Kurd bi zimanên din li şûna bi Kurdî yeke bi serê xwe ye. Rêza min ji wan û berhemên wan re heye û ez sedaman baş fêhm dikim. Min li şûnên din derbarê vê mijardê de nivîsandîye. Bi kurtî, di nav gellek neteweyan de nivîskarên bi zimanên din nivîsandine/dinivîsînin hene. Jimareke ji sedemên bo vê yekê hene, yên aborî û siyasî jî di nav de, lê yek ji sedemên herî grîng xwe bi asta zanîna zimên û pêkanîya ragîhandina naverokê bi radeyeke wêjeyî ya bilind ve girê dide. Bawer nakim kesên wek Selîm Berekat û Yaşar Kemal, bo nimûne, bikaribûna bi nivîsandina berhemên bi zimanê kurdî weha navdar bibûna, çimkî radeya zanîna wan bi zimanê wan berhemên xwe yên wêjeyî pê nivîsandine bêguman bilindtir bûye.
Dawî.
. . .
Lêkolîner Xalid Cemîl Mihemed
Ziman... Tenê zimanê ku pirtûk pê tê nivîsandin nasnameya wê nîşan dide.. Ne kes û ne tiştekî din.
1. Eger mijar û naverok nasnameya pirtûkê nîşan bidin, naxwe pirtûkên Mihemed Teleb Hilal, Munzir Mûsillî, Zubêr Sultan û Mihemed Cemal Barût, herwiha pirtûkên İsmail Beşikçi, divê têkevin pirtûkxaneya Kurdî. Ev yek jî karekî bêserûber û bê bineheke zanistî ye. Naxwe pirtûka Sîbeweyh a bi navê (el-Kitab), ku dayika rêzimana Erebî ye, divê têkeve pirtûkxaneya Farisî, û ferhenga Ferahîdî ya bi navê (el-Eyn), ku yeke ferhenga Erebî bû, bi şêêwazekê zanistî hatibû danîn, divê têkeve pirtûkxaneya Farisî. Wiha jî nivîskarên Ereb ku li ser Israîl û Cihûyan nivîsandine, divê pirtûkên wan têkevin pirtûkxaneya Ibrî... Ev çi ye bavo?!
2. Eger nasnameya nivîskar nasnameya pirtûkê nîşan bide, naxwe divê pirtûkên Selîm Berekat û Yaşar Kemal têkevin pirtûkxaneya Kurdî. Ev yek jî sitem û zordestî ye li dijî zimanên ku ew berhem bi wan hatine nivîsandin. Wiha jî berhemên Edward Said, ku bi Zimanê Ingilîzî ne, divê têkevin pirûtkxaneya Erebî... Romanên Selman Ruşdî jî, divê têkevin pirtûkxaneya Hindî... Ev çi gotin e?!
3. Ziman... Tenê ziman.. Zimanê pirtûkê nasnameya wê nîşan dide, ne tiştekî din. Ziman take binema û pîvana ku nasnameya wê nîşan dide, piştre naverok û xwediyê pirtûkê û peyama wê û hizr û bîrokeyên wê, bi hin pîvanên din têne nirxandin. Wiha.
Dawî.