Qamişlo - Ciwanên Şoreşger êrişî kombûneke ENKSyê kir

.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger êrişî kombûneke ENKSyê kir.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) îro berê êvarê saet 18:00an li ber avahiya Neteweweyên Yekbûyî ya Qamişloyê kombûnek li dar xist.

Ciwanên Şoreşgêr êrişî beşdarbûyên kombûnê kir.

Li gorî zanyariyan, di encama êrişê de serokê ENKSyê Silêman Oso, Berdevkê ENKSyê Fêsel Yûsif, Serokê PDKSyê Mihemed Îsmaîl û serkirdeyên ENKSyê Ebdulsemed Xelef Biro û Nîmet Dawûd hatin desteserkirin.

Bi sedema wê yekê jî, nêzîkî 50 kesî di ofîsa ENKSyê de asê man û nikarin derkevin.

Piştî demekê ew serkirdeyên ENKSyê hatin berdan.

ENKSê diyar kiriye ku kombûna wan a li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li taxa Siyahiyê ya Qamişlo, ji bo serbestberdana girtiyan bûye ku ji aliyê “PYDyê ve hatine revandin.

Kurdistan Haberleri

Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye
Tirkiye, Bulgaristan û Romanya belgeya hevkariya leşkerî îmze kir
Li Efrînê şer û pevçûn didomin: Nexşeya deverên kontrola çekdaran guherî
Scholz: Eşkere ye ku divê em ji ewlehiya berevaniya Îsraîlê piştrast bin