Qamişlo.. PDK-Sê salvegera şehîdbûna Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand

.

28 sal di ser koçkirina her du serkirdeyên Kurd de, Kemal Ehmed Derwîş Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û Şêxmûs Yûsif Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, derbas dibin.

Serkirde û endamên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo, Şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif bi bîr anîn.

Di 3ê Mijdara 1996an de, her du serkirdeyên Kurd bi erkekî fermî derbarê Sermijêriya Awarte çûbûn Hesekê û li vegerê rastî bûyereke hatinûçûnê hatin û şehîd bûn.

Şehîd Kemal Derwîş di sala 1995an de, bûbû sekreterê giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, şehîd Şêxmûs Yûsif jî di 1993an de, bûbû Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê.

Xebatkar Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif di merasîmeke cemawerî ya berfireh de li gorsitana Qidûrbeg ya bajarê Qamişlo bi xakê hatin spartin.

Çavkanî: Welat TV

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da