Qasim Silêmanî ragihand, ku îradeya êrîşkirinê li cem Îranê heye û gefa dubarekirina êrîşan li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê û li nav axa Herêma Kurdistanê kir.
Roja şemiyê 8ê Îlonê, binkeyên HDK û HDKÎ yên li bajarê Koye, ji aliyê Îranê ve hatin mûşekbarankirin, li gorî daxuyaniyeke HDK, 15 Pêşmerge û endamên herdu hizban "Şehîd" bûn û 40 kes jî birîndar bûn.