Qaymeqamtîya Patnosê lîstika kurdî asteng kir

.

Qaymeqamtîya Patnosa Agirîyê lîstika kurdî ya bi navê Qral û Travîs asteng kir.

Koma Şanoya kurdî Şano ARê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi daxuyanîyekê da zanîn ku lîstika wan ji alîyê qaymaqamtîya Patnosê ve hatîye astengkirin.

Sebebê astengkirina lîstikê nayê zanîn û çi agahî jî nedane koma şanoyê.

Şano Ar dibêje tu car û tu wextî bi şûrê wan yê zordarîyê em şiklê xwe û rengê xwe naguherin, şiklê me însan e, rengê me huner e, zimanê me kurdî ye û dika me her der e.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!