Qayyûmê Şaredarîya navçeya Sûr a Amedê lewheya ku bi zimanê tirkî, kurdî, suryanî û ermenî li ser hatibû nivîsandin, daxist xwarê û di şûna wê de lewheya bi tirkî û kurdî danî û piştî 15 salan li ser lewheyê ala Tirkiyê bi cî kir.
Hevserokên hilbijartî yên Şaredarîya navçeya Sûra Amedê Seyîd Narîn û Fatma Barût bi biryara wezareta Tirk ji kar hatibûn dûrxistin û di şûna wan de cîgirê walîyê Amedê Bîlal Ozkan hatibû tayîn kirin.
Dihê zanîn ku piştî hewildana darbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê, karîna AKPê û serokomarê wê yê Tirkiyeyê vê derbayê kir bahane û di 21ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir û bi her hawayî propagandaya dewleta xwe dike û alaya xwe ya Tirk li her derê Kurdistanê daldiqîne.