Qedera kolberan

Mahmûd Kilinc

Eger we dît ku barê li ser piştê yekî, ji cûseya wî mezintir e, wisa zanibin ku ew kolberekî Kurd e, di navbera başûr û rojhelatê Kurdistan’ê da hawirdekariyê dike.

Di herçar demsalên salê da, ne germ, ne sirûseqem û bar li ser pişt.

Şêniyên herêmê, ji ber debara xwe vî karî dikin ku xetera canî heye.

Çend rojan bere wêneyek gellekî balkêş û xengîn hebû, xortekî kolber pêqê wî protez bû û barê li ser piştê wî ji cûseya wî mezintir bû.

Mayînê ev xort seqet hiştîye.

Ev, wêneya Kurdistan’ê bû.

Dîsa,  çend rojan bere karwanekî kolberan di bin aşûta berfê da mabû û çar kesan jîyana xwe ji dest da ye, hinek jî birîndar in.

Her sal gellek kolber jîyana xwe dest didin, pirranîya wana jî tên kuştin.

Pirrî caran pastar û kêm caran be jî askerên Tirk kolberan didin ber gulleyan.

Rayedarên Komara Îslamîya Îran’ê û Tirkiye’yê ji kolberiyê ra dibêjin “qaçaxçitî”.

Peyva qaçaxçitiyê di zimanê Kurdî da tine ye, herweha beramberê wê, ango watedarê wê jî tine ye.

Tinebûna  peyva qaçaxçitiyê di zimanê Kurdî da, rastîyekê bi me dide zanîn ku di dîrokê da neteweya Kurd welatê xwe sînordar nekirîye û bazirganîya bi herêmên cîran va, peywendiyek xwezayî dîtiye û bazirganîyek weha li dijî çand, kevneşopî û zagonên civakî nehasibandiye.

 

Dewletên dagirker ne tene neteweya Kurd bindest kirine, herweha li ber pêk hatina bazarek hevpar ya neteweyî jî asteng bûne, têt zanîn ku çêbûna bazarek hevpar rê li ber netewebûnê vedike.

Bazara hevpar di pêvejoya netewebûnê da pîvangekî (krîter) girîng e.

Bi parçekirina ernîgarîya Kurdistan’ê, pêşî li pêk hatina bazara neteweyî hat girtin, îro bazirganîya li ser hinek tixûban bi “qaçaxçitî” têt pênasekirin û mixabin, gelek caran em bi nûçeyên xengîn biberxwe dikevin.

Mixabin çapemenîya me jî bibes giringîyê nade van nûçeyên xemginî, pirranîya nüçe û nivîsaran, him di medyaya rojane da û him jî di medyaya civakî da li ser mijarên siyasî û gotegota ne.

Heçku, ev jî mijarek siyasî ye, ji ber ku kuştina kolberan di encama siyaseta dewletên dagirker da ye.

Ev kul ne ya îro ye, taybetî di sed salên dawî da bi sedan kes hatin kuştin, dîsa bi sedan kes, belkî bi hezaran (ji ber ku jimar di destê me da tine ne) mirovên Kurd, tenê bona debara malbata xwe jîyana xwe ji dest dane, an hatine kuştin.

Bona kîlok tutûn li ser tixubê Suriye’yê bi dehan kes hatin kuştin, an di encama teqîna mayînekê da seqet man.

Îro heman rewş li ser tixûbê rojhelatê Kurdistan’ê ye, her sal bi dehan kolber tên kuştin,an jîyana xwe ji dest didin.

Hemû jî ji ber debara malbatê.

Di hela din da, ev rewş bi me dide zanîn ku bazirganîya li ser tixûp girîng e, mafê herî rewayê şêniyê herêmê ye.

Ev tixûban li dijî vîna neteweyê Kurd hatin kişandin, ti caran jî nehatin pejirandin.

Qetlîama Roboskê’yê jî ji ber bazirganîya li ser tixûb bû, kesên ku fermana bombebarana wana dan, zanibûn ku barê hêstirên (qantir) wana neft e, di wê qatlîamê da 34 genc hatin kuştin, doz jî nehat vekirin, qaşo dewleta Tirk dewletek dadwerî bû!

Nuha dewleta Tirk li ser tixûbê Bakur û Rojava dîwarekî lêdine, ev ne dîwarekî di navbera du dewletan da ye, wekî Dewletên Yekbûyî Amerîka û Meksîka’yê, ev yekser diwarekî dike navbera gelekî ku parek li Bakur û parek jî li Rojava maye, miraz dike ku bi her avayî pêywendî qut bibin, dagerî, çavsorî, zorbetî tiştekî weha ye.

Gotina dawî, pirsa kolberan ya hemû gele Kurd e, ji ber ku dewletên ev tixûb kişandine dewlemendiyên Kurdistan’ê dimijin, ji xwe ra dibin, beramberê vê bi çavekî kurmarî li neteweya Kurd dinirin.

Ev pirsek hevpar e.

Divê kolber bi tene neyên hêştin.

07.02.2017/dusseldorf