Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava 3 hefteyan de 120 berhemên pirtûk, kovar û rojnameyan hatin qedexekirin û derbarê wan biryara berhevkirinê hatin dayîn.
Piraniya pirtûkên ku hatine qedexekirin ên weşanxaneyên Kurdan in.
Di nava wan pirtûkên qedexekirî de berhemên li ser Mele Mistefa Barzanî, berhemên Îsmaîl Beşîkçî, roman, kurteçîrok û qewlên Kurdên Êzidî jî hene.
Li gorî Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), salên 90î di rewşên awarte de jî ev qas pirtûk nehatine qedexekirin.
Hat zanîn ku qedexeya pirtûkan ji yên salên 90î derbas kiriye.
Birêvebirê Weşangerên Kurd (YEWKURD) Jîhat Rojhilat li ser qedexekirina pirtûkan got:
“Di salên 90î de ev qas pirtûk di carekê de nehatine qedexekirin.
Di van demên dawî de 120 pirtûk hatine qedexekirin.
Ev dikeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê.
Li gorî zagonên Tirkiyeyê jî heger tevbigerin nikarin qedexe bikin.
Zagona çapemeniyê ya xala 25an destûrê nade vî tiştî.
Xala 3yan a zagona 141ê jî dibêje bê delîl tu nikarî pirtûkekê û kovarekî qedexe bikî.”
Tevahî 42 weşanxaneyên Kurdan hene lê hema hema ti weşanxane nemane ku berhemên wê neketibin ber biryara qedexeyê.
Yek ji wan weşanxaneyan jî Weşanên Avestayê ye.
Di demên dawî de herî kêm 14 pirtûkên wan hatine qedexekirin.
“Li malan dibînin û dibin qedexe dikin”
Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskînê da zanîn:
“Li ser mîteolojiya Kurdan kitêbek heye, tê de navê Kurdan jî derbas nabe.
Ew jî ne çapa yekê, çapa sisêyan hat qedexekirin.
Şeş meh mohlet heye ji bo ku karibî wê kitêbê berhev bikî.
Ev kitêb jî piranî di malan de girtine. Bi ser malan de digirin, li malan dibînin û dibin qedexe dikin.”
Hinek pirtûkên ku hatine qedexekirin yên Îsmaîl Beşîkçî ne, hinek pirtûk li ser Mele Mistefa Barzanî û têkoşîna wî ne.
Beşek ji pirtûkên qedexekirî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê ne.
Hinek pirtûk ên qewlên Kurdên Êzidî ne û hinek berhemên roman û kurteçîrokan jî ketine ber van qedexeyan.
Tiştê balkêş ew e, pirtûkeke ku qala mîtolojiyê dike û mijara wê digihêje Berî Zayînê jî hatiye qedexekirin.
RÛDAW