"Qedexekirina Wîkîpedîa binpêkirina Azadîya ramanê ye"

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê (AYM) qedexekirina ansîkolpedîya internetê Wîkîpedia weke "Binpêkirina Azadîya Ramanê" qebûl kir.

Navenda Nûçeyan- Wîkîpedîa ji Nîsana 2017an vir de, 970 roj in ku li Tirkîyeyê qedexe ye.

Karbidestên Tirkîye, jibo biryara qedexekirina Wîkîpediayê weke sedem hin parvekirinan nîşan didin û dibêjin 'Hin parvekirinên di nav ansîklopedîyê de tê îdiakirin ku Tirkîyê bi rêxistinên terorê di nav peywendîyê de ye.'

Jibo biryara qedexekirinê, parvekirinên bi navê 'Mudaxaleya Şerê Navxwe ya Sûrîye' herwiha 'Terorîzma bi Piştgirîya Dewletê' weke delîl hatibûn destnîşankirin.

Ev parvekirin, di malpera îngîlîzî ya ansiklopedîyê de hatibûn weşandin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e