Qesra Sipî: Îran Derewan Dike

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku ew piştgirîya gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên ser bernameya navokî ya Îranê dikin.

Sanders da zanîn ku Qesra Sipî alîgirê hewildanên Netanyahu ye û got ku wî berî daxuyaniya xwe agahî daye Qesa Sipî.

Sanders got: "Bernameya navokî ya Îranê ji ya sala 2015an, ku wê çaxê peymana navokî hatibû îmza kirin, pir berfirehtir e. Îranê ji serî heta dawîyê derew kirin" 

Sanders diyar kir ku peymana navokî li ser tiştên ne rast hatiye ava kirin û kapasîteya navokî ya Îranî ji ya tê gotin hîn berfirehtir e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin