Qeys Xezelî: “Kerkûk Iraqî ye, nuqte“

Fermandar û Sekreterê Giştî yê Grûba Şîe ya Girêdayî Heşda Şeibî, Esayib Ehlê Heqê Qeys Xezelî li ser Kerkûkê gef xwar û got ku Kerkûk bajarekî Iraqî ye.

Fermandar û Sekreterê Giştî yê Grûba Şîe ya Girêdayî Heşda Şeibî, Esayib Ehlê Heqê Qeys Xezelî li ser Kerkûkê gef xwar û got ku Kerkûk bajarekî Iraqî ye. 


Qeys Xezelî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke kurt li ser Kerkûkê belav kir ku tê de dibêje: “Kerkûk Iraqî ye, nuqte. “


Xezelî ev peyam piştî rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser Kerkûkê û peyama Serok Barzanî ya nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê belav kir.


Li ser vê daxuyaniya Xezelî gelek kesan li ser torên medya civakî bertek nîşanî wî dan û di parvekirinên xwe de gotin, Kerkûk xwedî nasnameya Kurdistanî ye.


PDK) û YNK li ser danîna parzêgarekî Kurd bo parêzgeha Kerkûkê li hev kirine û li gor rêkeftina PDK û YNKê endazyar Teyib Cebar li ser Lîsta Birayetî ji bo Parêzgariya Kerkûkê wekî namzed destnîşankirin.

Kurdîstan Haberleri