Qeyûm Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan hilweşand

Qeyûmê şarederîya bajarê Sêrtê, li Bakûrê Kurdistanê,avahîya Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan hilweşand.

Navenda Nûçeyan - Qeyûmê Sêrtê, ku 15ê Gulanê li şûna Şaredarê HDPê hatibû danîn, wekî kiryara yekemîn, avahîya Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand.

Qeyumê berê jî, sala 2016an, tabelaya bi kurdî ya heman pirtûkxaneyê rakiribû, lê piştî ku HDP di hilbijartinên 31ê Adar a 2019an de carek din şaredarîya Sêrtê bidest xist, tabeleya pirtûkxaneyê danîbû şûna wê.

Qeyumên şûna şaredarên HDPê tên danîn, gelek caran bi kiryarên xwe yên dijî çand û zimanê kurdî tên rojevê.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e