Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hat kirin

.

Piştî ku Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna “endamtiya PKKyê” de bi biryara dadgehê hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tesbîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Ahmet Ozer piştî ku hat girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji erkê xwe yê şaredariyê jî hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku Ahmet Ozer ji ber" tawanê PKK/KCKyê” hatiye girtin û li gorî yasayê wekî tedbîreke demkî ji kar hatiye dûrxistin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku Alîkarê Parêzgarê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hatiye kirin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir