Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt

Qeyûmê Şaredarî ya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla li pey xwe 759 milyon û 132 hezar û 565 TL dayn hişt.

Qeyûmê Şaredarî ya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla li pey xwe 759 milyon û 132 hezar û 565 TL dayn hişt.
Qeyûm Cumalî Atîlla di 1’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûbû.
 Cumali Atilla, du sal û nîv li ser kar ma. Qeyûm piştî hilbijartinê li gelek aliyên bajar pankart vekirin û got :
‘Min yek quruş deyn li pey xwe nehişt’.
 Qeyûm Atîlla 2 milyon û 127 hezar û 725 TL ji bo odeya maqamê xwe pere xerç kiribû. Dîsa 1 ton 600 kilo kadayif xwaribû. 
Qeyûmê ku got min qet deyn li pey xwe nehiştiye derket holê ku li her kesî deyn çekiriye. 
Atilla, 192 milyon û 795 hezar 302 TL deynê (DSİ), 38 milyon û 431 hezar 978 TL deynê ceyranê, 768 hezar û 290 TL deynê personelan, 12 milyon û 679 hezar 231 TL deynê muteahîdan, 1 milyon û 365 hezar 734 TL deynê wezareta Derdor û bajarvaniyê 3 milyon û  577 hezar 302 TL deynê SGK û bacê li pey xwe hişt. Deynê krêdiyan ê banka bajaran jî 208 milyon û 551 hezar û 166 TL deyn li pey xwe hişt. 
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne